Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
kilît - tirşik
kilît
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. amûrê ku ji bo asêkirina tiştan tê bikarananîn. meraq nekin ne tirkmancî ye.

her wiha (bnr: qefil)

(bnr: qefilkirin)

(bnr: kilîtkirin)



04.05.2014 03:21 | oxir

2. li hin herêman ji bo/şuna mifte jî tê bikar anîn.

wê dema min bihîstî jî min bawer nekiribu, niha jî dîsa dibêjim gela tenê hevala min baş nizaniya û bi vî awayî bikar dianî.

hevaleke kilît bi vî awayî bikar bîne hebe bila bêje û dilê min rehet bike ji kerema xwe re.



04.05.2014 12:00 | azadixwaz

3. tişta ku ji bo dizên amedê vekirina wî 2 dk ye.



rojekê ez hatim hatim malê û min dît ku mifteya min ne li ba min e. hevalê min jî ne li mal bû û ez mam li ber derî. derî nehatibû kilîtkirin, lewma min got ez belkî bi kart an jî kutiya kolayê pehn bikim û vekim. carekê derîvanê avahiyê bi kutiya kolayê vekirûbû. min jî ceriband, lê dikim nakim nikarim vekim. ez hinek mam pê ve, di wê navberê de 2-3 kurikên di sîteya me de ku emrê wan li 16-17 salan bû, min dîtin û hatin ba min.

yek ji wan got abê bide me ji te re vekin. min got kerem ke. dest avêt kutiya pehnkirî a kolayê û di nav 30 saniyeyan de derî vekir *

min ji hûndirê xwe got wele tu dizek serkeftî yî.



04.05.2014 15:07 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kilît

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî