Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    6 mijar û 7 peyam
    bask - tirşik
    bask
    (0) (0) (0)
    di mijarê de bigere

    1. Baskên çûk, mêş û balafiran hene, ew hêzê didin wan ku bifirin. Lê ew ne wek hev in. Bask divê sivik bin. Him baskên ajelan û him jî baskên balafir û firokan sivik in lê „skeletên" wan xurt in.



    (bnr: ansiklobediya zarokan)



    2013.07.10-19:01 | endazer

    2. gelekî ewrupî ku rewşa vî gelî dişibe rewşa kurdan. ji ber ku axa vi gelî di navbera Îspanyayê û Fransayê de hatiye dabeşkirin û parvekirin. di rêya azadiya welatê xwe de gellek tekoşiyane û biser jî ketine. Lêbelê hê jî welatê baskan du perçe ye û bi awayekî serbixwe naye revebirin.



    2013.07.10-23:26 | parezer

    3. Per ango ji bo çûkan(çivîk) lebatê firînê



    2013.07.10-23:36 | msirino

    4. (bnr: herêma baskê)



    2015.05.07-00:51 | xendekî

    5. ji bo ajalan lebatek ji laş e û ji bo hin amûrên mîna firok jî perçeyê ku bi kêrî firînê tê ye. bask ji bo ajalan piranî bi kêrî firînê tê lê belê hin ajalên mîna mirîşk, elok û hwd bi çiqasî baskên wan hebin jî taybetiya xwe ye firînê winda kiriye. pêwistê bask sivik bin. him baskên ajalan û him jî baskên balafir û firokan sivik in lê "skeletên" wan xurt in.



    2015.05.07-05:19 | kiekergaard

    6. Bi aliyê tiștekî ve. (bi tirkî tê wateya, - e doğru)

    Mînak : bi baskî xwidê ve here. ( nêzîkî xwidê bibe, bi aliyê xwidê ve here)



    2017.04.10-12:13 | gumgumok

    7. hevalekî min a esperantîst ji gelê bask e. wekî di peyamekî jor de jî hatiye gotin ku qedera me û baskan gelek dişibin hev. bi gotina wî, xelkê wî xwedî derketina zimên a kurdan ji xwe re mînak digrin. dema min ev tişt jê bihîst gelek kêfxweş bûm lê min ji xwe re pirsî gelo em di rastiyê de ya mînakgirtinê ne?

    ji bo zimanê wan:
    (bnr: euskara)



    2018.02.17-13:45 ~14:10]| biruya hayao miyazaki

    dengdanên dawîn (yên din..)
    mehmed uzun [4]
    Min qedera din pirtuka mehmed uzun bi navê "rojek ji rojan evdalê...
    navîgiranmezelîwêran [5]
    Nivîskarê ku dema rastî peyamê xwe yi kevn dibe dibêje ez xwe ji kîja...
    tiştên ku mirovî aciz dikin [4]
    Car caran li bin stranên Kurdî şîroveyekî tirkî bibînim xwedî şîroveya...
    tiştên ku dawîya wan nayê [4]
    gû.
    heke yek biçe tiwaletê û dereng derkeve, yê derve dibêje "ma g...
    tiştên ku mirovî aciz dikin [2]
    wextê ke merdim vîneno Kurdî, Tirkî qisey kenê. wexte kû mirov Kur...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » baskasinema.com

    Kategoriyên mijarê:: yendin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî