Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    8 mijar û 14 peyam
    payîz - tirşik
    payîz
    (1) (0) (15)
    di mijarê de bigere

    1. demsaleke piştî havîne ye û berî zivistanê ye. ji bo ku havîn xelas dibe xweş e lê belê ji ber ku zivistan tê nexweş e.

    li gorî kurdistanê wextê weşandina pelan e, wextê bê ye nîşana sermê ye.

    payîz di kurmancî de peyveke herî xweş e. lê belê di tirşikê de hatiye ji bîr kirin.



    ji mehên îlon-cotmeh û sermawezên pêk tê.







    di tirkî de jê re dibêjin biharadawîn.

    û li hinin deverên kurdistanê jê re payiz jî tê gotin.



    2014.05.05-19:42 | giyanstêr

    2. ya ku wekê her sal îsal jî di rê de ye tê, pêl bi pêl..

    nizanim ne li ber hizn û melankoliya bi payîzê re tê bikevim, ne bi çûna germ û keleqirçêna havînê kêfxweş bibim.. carina şeytan dibêje tu jî xwe bide nav refên qulingên koçber here heta çengê te diçe..



    2014.09.06-14:55 | endazer

    3. Payîz bê Strana hozan serhed payîz e nabe



    2014.12.13-18:25 | cîncoqo

    4. Navê strana hozan serhed e ku gotinên wê ev in:



    Payîz e ew dema çû

    Ber zivistan derd giran bûm

    Çendîn bihar wê derbas bû

    Çendîn havîn wê derbas bûn

    Agirê dilêm derman nebû



    Kelaşînê, derya jînê

    Ez kuştim ax vê evînê



    Payîz e mij û dûman

    Berx ketiye sofra guran

    Çendîn deman, çendîn salan

    Her mane li cih û waran

    Em mane bin cih û waran



    Kelaşînê, derya jînê

    Ez kuştim ax vê evînê



    2014.12.13-23:19 | xendekî

    5. demsala ku mirov herî zêde bedbîn û pesîmîst dike. bi weşandina pelan û hewaya qewr-sar ve wek pirtûkên dostoyevski û wek fîlmên nuri bilge ceylan e.



    2014.12.14-17:19 | nazim tolhildan

    6. sermaya payîzê hêdî hêdî dest pê kir, min îro cilên xwe yên mêriv germ dike, bi kêfxweşî li qurçik û qulikên malê derxist. bêhna xwîdanê nîne êdî, germ nîne, pêşuyên malmîrat nînin ! tu b'xêr hatî, bi xweşî hatî, tu li serseran li serçavan... payîza derengmayî.



    2016.09.29-21:09 | sergijik

    7. demsala pelên dar û bera diweşîne rût û tazî dibe dike zivistanê, meha bi stewrbûna xwe navdare bûye helbest jî ji strananre..



    2016.09.30-16:39 | shorbevan

    8. payîza 2017ê îro timamî xwe berda nava kuçeyên amedê. ev qederek bû pelên dara zer dibûn, lê îro bayekî sar û bêhna axê ya piştî baranê ji deverên dûr dihat xwe li pozên me dixist. xuşexuşe daran, gujîna bayê sar; îşev ji bo meşê gelek xweş e.



    2017.09.30-20:51 | xendekî

    9. strabêjek ji albûma olana bajêr bû. bi cara ewil bi wê albûmê nas kir. di wir de strana payîzê digot. dengê wî xweş e.











    di qenala wî ya youtubeê de çend coverên wî hene: Here lînkê
    weke din xebatekî wî yê din xuya nake.

    dengê wî û ji wê zêdetir stîla wî hinekî dişibînim teoman. niha nikarim mînak ji stranên teoman bidim lê dema cara ewil min lê guhdar kir, wê hestê li min peyda kir ku li teoman guhdar dikim. hest, melankolî an jî deng... tiştekî ew anî bîra min.

    ji hevpeyvîna wî;
    "Ji Amedê me û li Amedê dijim. Di biçûkatiya min de min her roj bi saetan li muzikê guhdar dikir û gava ku ez tenê dimam, min disitrand. Lê tu car zemîna ku ez muzikê çêbikim ava nedibû. Piştre ez çûm zanîngehê, têkiliya min û muzikê hinekî zêdetir berdewam kir. Lê ez hê jî tênegihiştim ku muzike di serê xwe de çêbikim. Pirsgirêkên civakî û aborî pir fersend nadin ku em muzîka di hişê xwe de çêbikin lê min tu car jî dev ji muzîkê bernedaye. Ez bawer im ku pir kesên wek min hene. Muzîk ji bo min wek dermanekî ye. Pir caran ez xwe bi rêya muzîkê fêm dikim uû bi muzîkê xwe didim fêmkirin. Ji bo hunereke azad zemînek nîne. Vê pêşbirkê biçûk yan jî mezin zeminek ava kir. Dibe ku hinek kêmasî hebin lê ev tiştek girîng bû.

    Armaca min a tevlibûna vê pêşbirkê ne daxwaza ser keftinê bû, ji ber ku di dîroka kurdan de cara yekemîn kovareke wiha derket û min jî xwest ez tev lê bibim û bibînim bê stranên min ji aliyê muzîkjenan ve çawa têne nirxandin? Gelo stranên min dê ji aliyê kesên din ve bên
    guhdarîkirin û hezkirin yan na, Min xwest bersivekê ji van pirsan re bibînim.

    Min ev stran şes sal bêrê çêkiribû û min roja dawiyê serî li pêşbirkê da û dema agahî hat ku strana min jî hatîye hilbijartin ez gelek kêfxweş bûm. Ji vir şûn de heta ji destê min bê ez ê xebatên xwe yên muzîkê bi ceribandinê nû berdewam bikim."


    gotinên stranê:
    ---------------
    Şevek ji şevên payîzê bibablîsk
    Bayek dîsa di dilê min de agirek dada
    Dengê qirşika şewitî yên dilê min
    Dîsa tu kes bi vê qêrîna pê nehesiya

    Erê payîz ma tu ewqas dibeecî
    Ey payîz her sal ewqas pel diweşînî
    Her sal ba û bablîskan diafirînî
    Qet naçike ew bêhna te?
    Bo çi ye ew telaş, ecele û lîl?
    Li dû te berf , baran û bahoz
    Çi kirine bişkokên xwezayê bireng?
    Wan ji kokê ve radikî
    Daristan dikî tik û tazî

    Ji bo çi?
    L’ pey xwe zivistanê dişînî û berfê didî lêkirin
    Bi kemna spî kujdarîyên xwe vedişêrî

    Şevek ji şevên payîzê bibablîsk
    Bayek dîsa di dilê min de agirek dada
    Dengê qirşika şewitî yên dilê min
    Dîsa tu kes bi vê qêrîna pê nehesiya



    2019.12.09-20:02 ~20:05]| simurg56

    10. Helbesta kamuran alî bedirxan û strana yunus dişkaya .


    Dinê berf e û ba ye
    Qey rondik û dua ye
    Dinê berf e û baran
    Tu deng nayê ji Botan

    Şirnex li kû ez li kû
    Ewrex li kû ez li kû
    Pehîz e dil pehîz e
    Dinê tarî bi zîz e

    Ne kêvroşk û nêçîrvan
    Ne zozan û bêrîvan
    Ne mast û dew ne savar
    Dinê tarî û êvar

    Ne kon û ne xêwet ma
    Tinê sarî û serma
    Pehîz e dil pehîz e
    Dinê hêstir û zîz e












    2020.05.17-23:24 | fîriko lao

    11. Demsala dawû û gijokan e.



    2020.11.07-10:37 | cinorek

    12. demsala xemgînî ye.



    2020.11.07-12:03 | doesntmatter

    13. Ferîd Xan - Gazina Pelan
    -
    Payîz e, li me û li darê.
    Payîz e
    Em hêrs bûne û ketine
    Em zuha bûne û weşiyane ji darê.
    Niha ba û lingên çend kêvroşkên bicinabet,
    Me di mava darên tazî de merezarî dikin.
    Niha baranên ku ji hilma tengezariya şahê ezmên dibarin
    Me, bêçarên ku ji şaxên dara xwe qetiyane û dûr ketine,
    birîndar dikin.
    Em bi zora bayên ku li me arezû hatine
    Li çal û çixûran kom bûne û mane li bendeya rizandinê.
    Em pel in.
    Qasek bi şûn de

    Dê berf li ser zerbûna me bibare
    û me bişewitîne!
    Qasek bi şûn de
    Dê rengê beriya mirinê, rengê zer jî têrka me bide
    û me bişîne nemanê!

    Payîz e, li me û li darê.
    Payîz e
    Em hêrs bûne û ketine
    Em zuha bûne û weşiyane ji darê l.
    Niha ba û bagerrên har, em ji darên me weşandine
    Ber bi çal û çixûran ve radikişînin.
    Em evînên ku ji nişka ve bişkivî,
    Xemgînên ku ji nişka ve giryayî ne.
    Em pel in
    Ji biharekê tên, nagihîjin tu biharan.



    2020.11.07-14:27 ~14:32]| stjîr

    14. Bi hemû tarîtî, xemdarî, melankolîtî û efsira xwe ve gihiştiye stenbolê. Vê roja şemiyê ez bêqudûm û bêtaqet hiştime. Hema min xwe xistiye di bin betaniyê de çaya min di destê min de bêyî armancakê bi telefonê re mijûl dibim.

    Berî min ji ve demsalê pirr hez dikir lê niha wek barek, bi hemû hestên xwe yên nerênî, giraniya xwe dide ser bara min a ji kul û keserên bi salan e dicivin.



    2020.11.07-14:58 | xelîl

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    bila bişkoka reşşikê were rakirin [2]
    bila bişkoka reşşikê were rakirin/137940 ASDJSK0SKKSSQO63WUOWOKD8JD (bnr: yekemîn espriya heval.js...
    fîlmên li ser komkujiya cihûyan [1]
    (bnr: inglourious basterds)...
    fîlmên li ser komkujiya cihûyan [1]
    An jî fîlmên li ser holokostê -(bnr: the pianist) -(bnr: t...
    inglourious basterds [1]
    Filmekî ku di sala 2009an senariyoya wî de ji aliyê (vbnr: Quentin Ta...
    mîzaha reş [2]
    (bnr: xwendin ji bo her kesê ye) (bnr: ê)* (ji malpera (bnr: zani...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » payîzok

    Kategoriyên mijarê:: yendin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî