1. helbesteka din a kawa nemir e, vê carê hûn dikarin ji dengê wî guhdar bikin: Kawa Nemir - Gilîne Bo Kevirên Reş I dihatin van dergehên lê tirsa şêran ji bîr bûyî siwarçakên li ser zar û zimanê wan cerda dûvpişkê tevî aştîya xwe ya pelixî li binê şingeşinga siman dihatin warê gamêşên li nava gil û hîşê gevizî belam ez bûm li xaça dara nemirîyê, bi dî çepikên ku guleke tûre dixeniqandin bi bêhn û buxza li binîya baxê Mela û Selmayê; strana hevrîşimê nexwe bi şeveke berdîberdan bi xwe vedabim bi xwe pîroz dikim mirina qewmê xwe yê tûle li hewş û asîtana kewtekewta gula Mihemed dikim gurz vê nimêja li ber vê dara berbad dikim dua, dikim dua, dikim dua, ji bo ku ba gotinên kok î tixis bizûrîne li bajêr ji vir û ha II qewmê kelek î gelekî ketî ji dolab û dek kurê govenda ku di zang û zinaran de kîp bûye keça zemawenda ku li karwanê xwe rîp bûye lo kurno, lê keçnê, li nava vê himûguma bejnên çivîyayî xûz bibine ser jidayîkbûna vî zimanê serserî pîroz bikin rabûna çemê har li ber û berê bircan ku ji nava gewdeyê vîyanê de bilind dibin lew lalûtetîya we ye tekane milk û samanê we pîroz bikin kuştina bavê ku hogirê dûvpişkê ye lew bajar dêya we ye, jar, asîka gulê ye III bi rojên ji qizwanan, dûr ji kûvîbizinên li gelîyên Barzan kevan im bi ser gewdeyê bajêr ê cejnên keldûman de gelo, dizikrînim, gelo kuta bû nimêja min û Te, lo Ehmed, lo qendîla şarên bêşiûr û bêşiîr? kî heye Xalidê kurê Welid serkut bike ê ku dadide dengê min ê berbangî, şikestî? tu nebûyî qey, ê ku bi xewnan porê min miz dida, dikêlimî: "Ez im pirs dikim, bav û kalên te yên Pinyanişî bi tirs dikim!" nexwe, wekî dêya xwe ya ku radiweşîne toza geşedanê, em hembêz bikin van kevirên reş î nêr û mê kelamên razbar î li wan kolayî beşbelek bikin em bizivirin, veçerx bibin li dora hêjîra havînî ya ku bê na bejn davêje esmanê li dara xaçê IV bi rojên li dûrî qewmê ku xewtêşkê lê danîye li ber û berê bircên ku eyloyên pîr î mîr lê datanîn dijimêrim mêvanên ku belapêşkarî wî bûn: pêşî şêrên xwe yên bişiûr berdan ser van dergehan kilam qewsik bû, revîyame ber guhanên Purmayeyê hê pirr maye, xwe bisû lo, da ku wê hingê bibî Gawe heftokan ji dawa xwe de birijîne, paşê, berê xwe bide xwe, paşê da ku nebî şervanê şaş. paşê hêstirê spî îx kir li ber kevirên reş wî zilamê gewdepûç î bêsûret ê çolistana firawan – zivistana erûza zirz wî anî bi xwe re, fetahê duyem ê hişkbûna kemberok û şîlana bêsînor, ê zimanê tol* – ev e gava ku awir kîp li ala li banê gerdûnê dest li ser zivirîya kevirên kesirî yên reş li ber nexşeya xwîndar a heyvik û stêrka berbadkirî li ber qeterehmîya nifşên ku diweşin ji dara xwe ya Arî V belam wê ji dê bipirse Sîyabendê Melek ê qewmê kelek: bo çi Purmaye, bo çi gewdeyê te kuna maran e? bo çi hê pirr maye dakevime bajaran e? bo çi ji hewşê ta çîyê avreşîn nekim warê Kardoxan e? bo çi careke din hilnekim agirê kulan e? şîrheram im, tîrheram im, jîrheram im, bîrheram im madam her şaş derketin, hemû caran çetin, ketin, dîsa ez bim qesasê serê qewmê çêlek VI tu jî bibêje strana gewrîya xwe, a berbad li ber qeterehmîya nifşên ku diweşin ji dara xwe ya Arî Kawa Nemir 22'yê Adara 2007'an – 16'ê Gelawêja 2007'an Amed & Stembol * Kûçikê tirsonek. *ji hevpeyvîna Kawa Nemir û Arjen Arî ya di radyoya ses' ê de. sala 2013ê. |
|
14.09.2017 13:49 |
xendekî
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
tirşik agahdarî [1] |
|
horhorik [2] |