Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 85 peyam
google translate

google translate

18. tekane sîstema ku wergera noral ji bo kurdî dike. yanî pergala google translateê, her roj hewl dide ku bêtir hînî kurdî bibe ku bikare wergera hevokan, bi awayek baştir bike. ji bo alîkariyê, divê mirov ji îngîlîzî hevokan wergerîne bo kurdî. bi saya van hevokên me, makîneya googlê hêdî hêdî mantiqa zimên fêhm dike û xwe bi pêş dixe.
googleê ji min re mailek şandiye van rojan, him ji bo alîkariyê spas kiriye û him jî daxwaza alîkariya bêtir kiriye.
neyse ez ketim rûpela wergerê û min dîsa hinek hevok wergerandin. lê tiştek bala min kişand. yek ji hevokan The secret life of walter mitty bû. ev navê fîlmekî ye. ne fîlmek popûler e lê min berî salekî fîlan lê temaşe kiribû. dîsa hevokek din jî ev bû; "talk nerdy to me"
erê navê stranek popûler e lê her wiha slogana qenaleke youtubê ye ku min tam jî îro dev ji şopandinê berda.
google jixwe her tiştî dişopîne, lê ez bawer im hevokên ku ji bo wergerê derdixe pêşberî me jî, ji rûpelên ku em ketine wan berhev dike. tiştek gelen bimantiq e tabî.



20.09.2017 22:46 ~22:47 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene