1. Kitêba roşan lezgÎn e. bi navê “Ji Bo Kurmancan Bi Awayê Muqayeseyî GRAMERA KIRDKÎ (Zazakî)” ji Weşanxaneya Roşna derketiye. 224 rûpel e û Naveroka kitêbê ji 20 beşên sereke pêk tê. Li dawîya beşan ji bo xwendinê 16 metnên edebî yên kurt ku qasî rûpelekê ne, di kitêbê de cih girtine û di rûpela li hember jî wergera wan ya bi kurmancî heye. Dîsa, di beşa “Di Lêkeran de Rawe” de tabloyên ku têde hemî cihnav hatine bikarînan û demên kirdkî-kurmancî hatine muqayesekirin hene. Herwisa li dawîya kitêbê jî ferhengokek ku têde qasî hezar heb lêkerên xwerû yên kirdkî-kurmancî û tabloya li hemî deman bikarînana lêkerên xwerû heye. Di kitêbê de bêhtir ji muqayesekirina kirdkî û kurmanckî, esas bi alîkarîya muqayeseyê avanî, sîstem û qayîdeyên garmera kirdkî (zazakî) bi tevahî ji bo kurmancan tê nasandin. di warê xwe de xebata yekemîn e. |
|
17.09.2013 02:45 |
kurdane
|
îy yo hee [1] |
|
fuckîro rebeno [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [2] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |