1. kozmonotê rûs.. navê wî bi temamî yuri alekseyeviç gagarin e.. di sala 1961ê de hê di 27 saliya xwe de ûnvana mirovê pêşîn yê ku derketiye serê fezayê wergirtiye.. bi keştiya xwe ya ezmên ya bi navê vostok ji rêgeha dinyayê derketiye û tam 180 deqîqeyan bi keştiya xwe li dora dinyayê geriyaye.. piştî ku ger û geşta xwe ya li dora dinyayê xilas kiriye di dema danînê de hê çend kîlometir mayîn pê paraşûtê xwe davêje û bi saxî û silametî digihije erdê.. di sala 1968an de yanî piştî derketina ezman û erşê heftan 7 salan di firrîneka keşfê de pê jeta xwe qeza dike û bi pÎlotê alîkarê xwe re dimire.. yanî dawîn û mirinek tirajîk.. ecêb e lê ji tirsa komûnîzmê navê astronotê amerîkî yê ku cara pêşÎn derketiye serê heyvê neil armstrong li tirkiyê bêtir tê zanîn û nasîn.. |
|
17.09.2013 05:26 |
endazer
|
duayên kurdî [1] |
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |
|
femonasyonalîzm [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |