Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 25 peyam
dîsleksî

dîsleksî

1. nexweşiya xwendinê ye. li gel her nexweşî, di radeyeke cûda de derdikeve holê. dema ev nexweşî, di kesek ku berê dikariya bixwîne de derkeve holê, wê demê navê wê dibe alexia. ev mirov nikarin peyvan hece bikin, bilez bixwînin, peyvan binivîsin, peyvan bideng bilêv bikin û hwd. piranî di salên dibistanê de tê ferqkirin. aqlê van mirovan ne kêm e û tiştan gelek baş hîn dibin. heta hinek ji wan zêde zîrek in jî.

sedema wê tam nayê zanîn lê tê bawerkirin him ji ber bingehên genetîk him jî ji ber bandorên derdorê ye. carina bi kêmasiya dîqatê û xerabiya hîperaktîvîteyê re tê dîtin. piştî hinek travmayan jî dikare derkeve holê.

di van mirovan de, di çalakiyên ziman yên mejiyê de pirsgirêk hene. dîtin û bihîstina van mirovan de problem tune. cara ewil gotina qey ji ber xerabiya dîtinê ye lê niha baş tê zanîn ku tu pêwendiya wê pê re tune. zehmetiya herî berbilav ya hînbûnê ye. %3-7ê mirovan wisa ne.

piranî bi derengaxaftina zarokan pê tê hesîn. an jî bi nekarîna hînbûna çep û rastê.
hinek cihê herfên peyvan li hev diguherîn, hinek jî hevokan komple berevajî dinivîsin. dema nivîsekê, bi deng bixwînin nikarin fêhm bikin. tabî herkes ne wek hev e.

tedaviyek mûcîzewî ya vê "cûdahî"yê tune. tenê mirov bi vê rewşê bihese, li nexweş xwe jî bide zanîn û ji bo hînbûnê alîkarîyê bike, jixwe problemek zêde namîne.



09.10.2017 19:49 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
canon [2]
Marqeyeke wênekêş, optîk, mekîneyên fotokopiyê ye. Li tokyo'ya...
îy yo hee [1]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [1]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
nexweşiya mirovê vî wextî [2]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
belki ev jî bala te bikişînin
» dîsleksî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî