Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kabîl

kabîl

1. Kabîl, bi navê xwe yî orîjînal Caim, romaneke José Saramago ye.

Kitêb behsa serpêhatiya Kabîl a anakronîk û (têra me gîştikan) îronîk dike. Malûm e serpêhatiya Kabîl bi afirandina Adem û Hewê dest pê dike, helbet beriya ku dest pê bike divê Xwedê hez bike, Xwedê hez dike û diafirîne, diafirîne hema lê diwarqile ku ji bîra kiriye her yekî ji wan zimanekî li valahiya devê wan veke, tavilê ji wan re zimanekî çê dike û li devê wan siwar dike, peyre Adem û Hewê li wira, li parêza ku ji wan re hatiye terxankirin nahewin, nerehetiya dikin, pir jî Hewê. Afirînerê wan ê ku hergav weke ku li ser êgir be û qut du sê neqlan hev dîtine li wan tê xezebê, û tevî hûrûmûrên wan Ew wan datîne berlinga cinnetê û ger dide wan û Kerûbiyekî ku di hinga çûnê de Hewê çavekî didiyê jî li deriyê bihiştê dike nehtor. Çîrok an jî bi navê xwe yê dinê dîrok an jî serhatiya me ya bi Baxoyî re wiha dest pê dike yan jî bi komployeke jîrekane nêvcî dimîne.

Hemû lêhengên romanê hatine karîkaturîzekirin bêhtir jî Xwedê wate jê Efendî. Xeyseteke Efendî ew e ku bi her hawî xwe xweyîheq dibîne, di pesindana xwe de kuşirînereke gewr û gewî ye, sinceke xwe yî xweperest heye, pir qurre ye, mêzêna wî pir dûrî têgihiştina me ye, ji rehendeke wiha tiştinan dike ku nayê dest û milan, edebiyata “ma gunehên wan gede û çêliyan çi bû Xwedêyooo” li nik wî ne mûteber e, hergav li pey heyfa xwe ye, pir baqil e, hema carinan qisûrên biçûk dike ku Kabîl li wan wardiqile. Efendî girrok, mizawir, zikreş, telaqreş, no û çavsor, û hestîşîneke temam e û bi ser pozê xe re ye jî, heylooo, wextî min jî bîra bikira helbet têra xwe bi rehm e, piyarê abidên xwe ye lê çima kurmên sor berda laşê Eyûb, Kabîl bi tu rengî li ber nakeve. Hasilî yekî paradoksî ye ji ber wilo rihê Kabîl ji Efendî diçe. Heçî Kabîl be yekî poşman e nizanim, ji ber qesasiya birayê xwe nefretê ji xwe dike helbet, hema(lê) piçikekî. Kabîl Xwedê dike şîrîkê gunehên xwe lewra Efendî diyariya Kabîl qebûl kiribaya û dexesî û pozbilindî nexista neqeba wî û Habîl, kuştin nediciriya, nediciriya lewra Efendî ji serî de rûdaneke evreng xêz kiribû û di nava gêra karên xwe yê stêrkan de ji xwe re li wan difericî. Lê Kabîl jî yekî jîr e, çendîn li ser tovrindîya wî gumanine hebin jî doxînşîst e, mestirîn miradê wî ew e ku miradê xwedê yê li ser dinyayê û mirovayetiyê di çavê wî de bihêle ji ber wî hawî pir di ber halê xwe de dide û gavûseet qayîşê bi Efendiyê xwe re dikişîne.

Kabîl û Efendî rêkeftinekê girê didin li pey ku Efendî mohra xwe li textika eniya Kabîl dideqîne Kabîlo dide rê, yan jî dikeve nava pirrika demê. Dem ne xelekî ne jî xêzikî ye, her wesleyek demê li mekanekî cihê diqewime, dema borî û bê nîne, hew demên niha hene. Kabîl bi kerê xwe yê sernerm, rêzan û qayîm re li van demên niha digere yan jî li cihên cihê. We gote çilo, binêrin wilo: ser meselê di demeke niha de Kabîl pêrgî Brahîm dihê ku dê Îshaqê xwe di oxira Efendî de qurban bike di yeka dinê de Kabîl liqayî demeke din a niha tê ku hêj bûyera qurbaniyê neqewimiye, we gote erê?

Hûn ji min dikin ji vê kitêba "dark comedy"yê nemînin, şerekî xweş hatiye li dar xistin, bi temaşekirinê nabe, tev lê bibin, tozê quloz bikin.



07.11.2017 15:26 ~15:40 | aryâspa

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kabîl

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî