Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    6 mijar û 8 peyam
    hîdrojen

    hîdrojen

    1. elementa yekemîn di tabloya periyodîk de. di dendika(nucleus) xwe de protonek(hîdrojen-1) dihewîne lê hinek caran protonek û nutronek(hîdrojen-2) û carna jî protonek û du nutron(hîdrojen-3) dihewîne.

    navê hîdrojen-1ê protiyûm, yê hîdrojen-2yê duteryûm û yê hîdrojen-3yê trîtyûm e. protiyûm, duteryûm û trîtyûm îzotopên vê elementê ne. zêdehiya wan 99.98% di forma protiyûmê de û 0.02% di forma duteryûmê de ye û herwiha formên protiyûm û duteryûm stabîl in lê forma trîtyûm ne stabîl e. an ku trîtyûm heta hetayê wekî trîtyûm namîne, 'emrê wî heye(nêzîkî 12 sal). piştî ku emrê trîtyûmê diqede, trîtyûm xwe diguherîne û nutronek ji dendika wî xwe dike protonek û elektronek. bi vî şeklê di dendika wî trîtyûmê de du proton û nutronek dimîne û lewma jî ew dibe helyûm. navê vê prosesê beta decay an jî beta emission e.

    hatibû gotin ku di dendika xwe de tenê protonek dihewine û lewma jî xwediyê elektronek e û elektron konfigurasyona hîdrojenê 1s1 e.

    û herwiha her kes dizane ava ku em dixwin h2o ye an ku molekuleke avê ji 2 atomên hîdrojenê û atomekî oksîjenê pêk tê. hîdrojena di avê de pirranî protiyûm e lê hinek duteryûm jî heye. eger av ji duteryûm û oksîjenê pêk bê an ku d2o be, ew av giran e û cemeda ava giran jî ji cemeda normal girantir e. di vê vîdeoyê de jî cemeda giran baştir tê fêm kirin. cemeda ku ewil tê avêtin ya sivik e û cemeda dî jî ya giran e.












    û eger meriv agir bi hîdrojenê bixe av çê dibe. û lewma jî weke sotemenî(fuel) jî hevalê(?) xwezayê(eco-friendly) ye.



    2017.12.04-02:25 ~02:31]| sloujouc

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    şeyhmus diken [1]
    (bnr: şeyhmus diken berî bimire bi xwe re wêne girt û li ser şeyhmus d...
    tirşik forum [1]
    Çima pêborîn (passwords) nayê tomarkirin gelo? her ku ez ê têkevim tir...
    20.10.2021 bi fermî naskirina rêveberiya xweser a li rojavayê kurdistanê ji aliyê parlamentoya herêma katalonyayê [6]
    Parlamentoya Herêma Katalonyayê li Spanyayê duh 20ê Cotmeha 2021an di ...
    katalonya [2]
    meclîsa katalonyayê rojavayê Kurdistanê bi awayekî fermî nas kiriye. a...
    katalonya [5]
    her bijî ji katalonya re. wan rojavayê kurdistanê weke '(vbnr: kurdist...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » hîdrojen

    Kategoriyên mijarê::
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî