2. şair û nivîskar û wegêrê austuriyayî ernst jandl li ser erich fried dibêje:
''Erich Fried zarokatî û tolaziya xwe mîna min, li Wiyanayê buhurandin.
Me bi vî bajarî bi tenê re tiştekî hevpişk hebû.
Lê wî çawa dîtibû çawa buhurandibû, ji min ve nediyar e!
Sala 1938an, temenê Erich 17 bû û ê min 13 bû, wî rev dabû ber çavên xwe û rev wek babet bo wî rêka xelasiyê bû, lê ez qet bi revê û derketinê neramiyabûm.
Cara yekem ko ez û Erich pêrgî hev bûn, sala 1952an bû, li Londonê, ew 31 salî bû û ez 27 salî bûm.
Ew û ez, di yek baweriyê de bûn, ko rewşa hunera helbestê li Awisturyayê ne baş bû, bi wateyeke din, gilî û gazindên me jê hebûn.
Em herdû hatibûn vexwendin, da em li ser rewşa helbestê ya Awisturyayê bipeyiviyana û me agahî bidana. Yê em bi hev dane naskirin Andreas Okopenko bû.
Ez salekê li Londonê mam, lê me hevdu pir nedidît, carnan ji nişka ve em pêrgî hev dibûn û me silav li ser piyan dida hev. Demeke dirêj pê ve çû, ta me bi cînavka TU gazî hev dikir.
(„Di zimanê elmanî de, cînavê Du= Tu, tenê di nav heval û hogirên nêzîk de bi kar tê û Sie= „cenabê we“ bo rêzgirtin û kesên hev nenasin e“)
Erich Fried, bi dengê xwe yê qebe û bihêz, rêya xwe ya pîroz bi mirovahiyê da pejirandin.
Dibêjin, ko di vehesîna wî ya ezelî de sê peyv, sê kar û sê zarave hogir û hevrêyên hev in:
Fried.
Azadî.
Evîn.
|