Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


28 mijar û 46 peyam
vî zemanî her kesek mîmarê dîwarê xwe ye

vî zemanî her kesek mîmarê dîwarê xwe ye

2. risteka vê helbestê ye:
ehmedê xanî - Zahidê Xelwet Nişîn

Zahidê xelwet nişîn pabestê kerdarê xwe ye
Tacirê rehlet guzîn derbendê dînarê xwe ye

Aşiqê dîlber hebîn dil dayê dildarê xwe ye
Vî zemanî herkesek bê şubhe xemxwarê xwe ye

Bê emel tu-j kes meke hîvî eta û himmetê
Bê xered nakeşîtin qet kes ji bo kes zehmetê

Kes nehîn qet hilgirit barê te ew bê ucretê
Gerçî îsa bit ku wî fikra ker û barê xwe ye

Hoşîyar bî! dane kî umrê xwe bê hasil telef
Lew ku naket fayde mal û genc û ewlad û xelef

Maceraya “Xidr” û dîwarî yetîmî bû selef
Vî zemanî herkesek mi’marê dîwarê xwe ye

Ca nezerke îbretê pêla ku waqi’ bit sewas
Ger ne bîtin îltifat û mûçe û debr û meaş

Cundîyî rimbazî faris nadetin canê belaş
Saeta serbazîyê hîvî ji serdarî xwe ye

Xanîya zayi’ me ke weqtê xwe ey nadan! ebes
Bê teleb nabî ji weslê behremend ey bul-hewes!

Saniê Mutleq ku nînin îhtiyacek wî bi kes
Lutf û îhsana Wî jî derheq telebkarê xwe ye



11.01.2018 08:11 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
belki ev jî bala te bikişînin
» vîzîte
» herimîna xewê
» kesekî di kuliya derziyê de derbaskirin
» dîwarê mezin ê bakurê westerosê
» xweşnav têlo

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî