Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


4 mijar û 6 peyam
esperanto

esperanto

7. do ez du tişt derheqê esperanto elimîm û her du jî bejna min bilind kir* :
---pêşzêdeyşin:
piştî nivîsandina vê peyamê min agahiyeke din bi dest xist ku ji bo min ji yên din qîmettir e û ez gelek şaş mam û gelek kêfxweş bûm:
layê cinetmekan qazî mihemed, elî qazî gotiye ku qazî mihemed esperanto jî zanîbû. * Here lînkê

1. george soros ê navdar wekî native esperanto dizane. ji ber ku dayika wî mamosteya esperanto bûye. herçiqas min qala wî tiştekî nexwendibe jî li gorî tiştên min bihîst vî zilamî û şeytên têdixin kîsekî. her wiha, paşnavê wî jî bi esperanto ye, ji ber antîsemitîzma macaran (ew ji wir e) paşnavên xwe yên alman-cihû, Schwartz kirine soros. soros di esperantoyê de tê wateya "dê bifire".

2. di dema şerê cîhanê yê duyemîn de almanan çawa ketiye bulgaristanê, kursên zimanê almanî vekiriye. li hemberê wan komunîstan jî kursên esperanto vekiriye. ji ber ku hîtler esperanto qedexe kiribû û esperanto wekî antî-nasyonalîst didît, bi ser de ji ber çêkerê wî cihû bû, wekî dijmin bû. lê piştî sowyet ji esperanto re got "bermayiya kapîtalîzmê" û qedexe kir. ne mizgeft û ne dêr.

her wiha. îro bi saya duolingo yek û nîv mîlyon kes dest bi kursa zimanê esperanto kiriye di dawiya du sê salê de. ev hejmar gelek bilind e û sîrkulasyoneke pir cidî pêk tîne. ji ber ku berê esperantîst kesên mezin bûn, xwediyê kar û bar û îdealê bûn û nikaribûn bigihînin xortan lê duolingo vê tiştê kir.

carê ez ê werim bin vê mijarê. li bendê bin. *

edît.



19.02.2018 13:03 ~15:05 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
onedio.com [2]
Jê birine. Onedio jixwe malperekê beradayî bû veca li ber çavê min bêt...
kurdistan [2]
Welatekê sêwî ye. Her gava di nav we welatê êş û qîrîn e. Xwedê li wi...
ferhengên înteraktîf [1]
Ferhengeke ehmeqî hebû bi navê inci sozluk. Wan ew ferheng g...
cemali coşan [1]
Wek bernavkê ku tê zanîn "ankaralı kürt cemali" yekem qubede...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Duh bi tesadûfî rastî vê versiyona strana bejnê (feqe çûne ber feqetiy...
belki ev jî bala te bikişînin
» esperanto

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî