Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
hagop mintzurî

hagop mintzurî

1. Hagop Mintzûrî di sala 1886an de li Erzînganê, Armidana biçûk hate dinyayê. Navê wî yî rastî Hagop Demîrcîyan e. Ji sala 1897’an de diçe li Stenbolê û li wir dibistaneka Fransîzan de perwerdê dibîne. Hemû çîrokên wî de qala gundên herema Dêrsimê, gundên Erzînganê, têkiliyên Kurdên qizilbaş û êrmenan, sirûşta heremê, bawerî û jiyana mirovên wê serdemê dibe.
Ji cimeata ermenên stenbolê kêm kesên wekî wî henin ku hemû qal û bala wî tim li ser mirovên ji çîna bindest be. Jixwe her çi qasî zêdepariya jiyana xwe li stenbolê derbas kiribe jî ew bi dilê xwe ve girêdayî serhedê ye. Piştî perwerdê vedigere li gundê xwe û salekî li wir mamostetiyê dike lê mixabin tendûristiya wî nebaş e û ji bona tedavîyê dîsa vedigere stenbolê. Dema ku ew li stenbolê nexweşxaneyê de ye xeberê dibhîse ku dewleta tirkan dest bi genosîda ermeniyan kirîye. Gelek kes ji malbata wî tên kuştin û yên mayîn jî berê xwe didin koçberîyê. Hagop careka din jî nikare vegere li gundê xwe û ev yek wekî derdekî bê derman di her çîroka wî de tîr dide.
Gava min çîroka wî ya bi navê (Hars u Gesur) bi kurdî (bûk û xesî) xwend, hemû gotin, hest, dengên wê serdemê di hişê min de wêneyek/dîmenek çê kir. Bi min, bi awayekî pir serkeftî bi gotinan wênayn xêz dike ew.
Hemû berhemên Hagop Mintzûrî bi aliyê (bnr: weşanxaneya aras) ve ji nû ve hatin weşandin lê mixabin bi zimanê tirkî. Xwezila rojekî em bikaribin hemû berhemên wî nivîskarê dilkul, ewledê serhedê, hesretkêşê bayê serhedê bi zimanê kurdî jî bixwînin.
Ji bona hevalên ku dixwazin pirtûkên wî bixwînin pêşniyara min ew e ku bila bi “Armidan- aliyê din î Firatê“ ve dest pê bikin.



08.03.2018 00:27 ~00:28 | jifêzagorda

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hagop mintzurî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî