Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


25 mijar û 33 peyam
tandem

tandem

1. rêbazeke hînbûna zimên e. sîstem bi kurtasî wiha dixebite: mirov di malperekê, sepanekê de hesabekî vedike. Di qeyda hesêb de zimanê xwe yê dayikê, zimanên ku herikbar dipeyive û zimanên ku dixwaze bielime hildibijêre. Dema mirov bi hesabê xwe sepanê/malperê vedike lîsteya mirovên ku dixwazin zimanek ji zimanên ku tu dipeyivî, bielimin derdikeve. Dema mirov yekî/ê ji vê lîsteyê biecibîne, peyam jê re dişîne. Ku kesê/a din jî bixwaze êdî hevaltiya tandemê ango tandempartnerbûn dest pê dike. di eslê xwe de ev sîstem tam wiha nameşe. Divê mirov here li saziyekê serî lê bide û li wir agahiyên xwe bide wan. dema wan dît, telefonî mirov dikin û partnerbûn dest pê dike. Mirov û partnera/ê xwe li cihekî dicivin û dipeyivin. Cara ewil planekê xwe ji xwe re amade dikin. di planê de ev hene: çend rojan carekê di saet çendan de li ku derê wê bên civîn, bi dorê çend saetan wê bi kîjan zimanî bê peyivîn....

sîstem kêm zêde wiha dimeşe. tabî mirov dikare bi sempatîkbůna xwe ji xwe re keçikan/lawikan jî eyar bike. Ew biryara mirov e. Kes nikare qariș bibe. Neyse ev nêzîkî mehekê ye ez hewl didim ku partnerekê/î ji xwe re bibînim lê sed mixabin ku li Swîsreyê kes naxwazin Kurmancî bielimin :/ Heri dawî min got neyse xêr di vir de tune, ka ez hinekî li derve binerim. Min çend kes dîtin ku elmanî dizanin lê bi kurdî nizanin. Min ji wan re peyam şandin, Xwedê ji wan razî çend heban bersiv dan. Gelek kesên ne Kurd jî hene ku dixwazin Kurmancî bielimin.

Îro mijar 0 peyam 0 bû, min got bila eyb nebe, ka peyamekê binivîsim.



16.03.2018 15:03 | mergehez

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
îy yo hee [2]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [2]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
horhorik [1]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
memikên herî xweşik [1]
li vê cîhanê yek tişt heye ku xweştir e ji memikan ew jî welatê min ku...
canon [2]
Marqeyeke wênekêş, optîk, mekîneyên fotokopiyê ye. Li tokyo'ya...
belki ev jî bala te bikişînin
» tandem

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî