Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
recû

recû

1. Rec-û ji peyva rica yê tê.

Çaxa ku kesek deyndar dibe û mikana wî namîne ku deynê xwe bide, mal bi mal, dikan bi dikan di nav milet digere rica dike û pere dixwaze, top dike.
helbet pêşiyê nasan ve dest pê dike, paşê yên ku hindik nas dike va dewam dike û ew pere hê jî top nebibe, nenasan jî dixwaze.

ev rewş zêdetîr tê serê kesên ku şer dikin, hinekan dikûjin, paşê mecbûr dimînin perê xûnê bidin.
mînak; zarên Tahirê etmanekî, lê dixin du mêrên Zahirê pinaşî dikûjin. kurekî Tahir dikeve Hewsê. Lê Tahir ji Zahir ra xwîna kurekî deyndar dimîne. vêcar mezinên eşîran li hev dicivin.
Li wê deverê de kîjan eşîr qerebalix û giran û zor be, li ser ya dinê bac û pereyan anêgorê wê kêm yan jî zêde tê xwestin.

em bêjin malbata Tahir û Zahir heman gundî de dijîn. Lê di gund de malbata Tahirê pinaşiyan zêde ye.
vê carê qirar wisa dertê; Malbata Tahir ên mal û milk û avahî û zevî û heywanên xwe ji mala Zahir ra berdin û barkin herin welatekî dûr.
ji ber ku mala Tahir her çiqas di wî gundî da bisekine, her zemanî potansiyela derketina şerekî heye.
de me gotibû li vê deverê de hêza eşîra pinaşiyan zehv e ; Tahirê belengaz mal û milkê xwe jî dide lê xelas nabe.
em bêjin mal û milkê wî yê gund bila nîv tirîlyon were hesibandin, lê cezayê ku jê ra hatiye birrîn, tirîlyon û nîvek e.
Avahiyekî Tahir li Stenbolê heye, ewî jî dewrê mala Zahir dike û ew jî em bêjin nîv tirîlyon were hesibandin, nîv trilyon deynê Tahir ji Zahir ra dimîne.

aha niha recû dikeve dewrê.
Tahir di nav milet dikeve û recû top dike.

berê ji ber xwînê da qîz jî didanê aliyê xayîyê xûnê.
lê van sala hema hema êdî tu bêje ev kevneşopî nemaye.
Ji ber vê yekê jî gotineke aha nav milet da heye : ma qey min tu ber xûna va hildayî?
(ew jinên ku ber xûnê va hatibû hildan, zehv eziyet û derd û kul dikişandin. Ji ber ku nefreta kesê kuştî, ji wê jinikê derdixistin. A ji bo vê yekê jî, çaxa ku yek qêmîşê yekî nake, an jî bira û dostê yekî li hemberê zordestiyekî tê, an jî xwîşk, qîza yekî bûk diçe malekî, zordestî lê tê kirin, ew bav an jî bira, dibêje qîzikê ; ma qey min tu ber xûna da dayî wana?


Têbinî: hinekî tevlîhev bû bibexşînin..



23.03.2018 11:56 ~12:04 | bûtîmar

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» recû

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî