4. Min li Îzmîrê 5 sal zanîngehê xwend, di navbera 2010-2015an de. Ez çend car çûm kurdî-derê. Her caran jî poşman bûm. Ez ji vana yekî ji we re bibêjim. Rojek ez û hevalekî xwe em çûn Kurdî-derê. Serokê kurdî-derê gellek qurre û pozbilind bû. Hevalê min çend tiştan jê pirsî heftê çend caran qurs heye, mamosteyên we çawa ne, sertfîka didin yan na û hrwd. Merik rabû pêdarê û xeber da ji heval û got: " Hûn çawa difikirin, em çima sertfîka bidin? Em sertfîka bidin we hûn jî herin TRT 6ê(anha TRT Kurdî ye navê wê)? Hûn herin û li dijî me biaxivin?" |
|
19.06.2018 16:44 |
apê mihyedîn
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4] |