Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 26 peyam
taybetmendiyên tirkan ên sereke

taybetmendiyên tirkan ên sereke

6. Çend tişt henin ku hema ez ji dûrve ji ku bibînim yekser dizanim ew kes tirk e. Bo nimune;
1- mirovên nazik, kubar wekî ker/bêfehm dihesibînin. Dixwazin wê/wî bixapînin.
2- heke li cihekî tenê bin bona te dibin xwişk, bira, lê heke ew qerebalix bin tu yek kes bî yekser êrîşkar in.
3- dema tên li ewropayê hemû dibin mirovên baş, demokrat hwd lê ev hemû dek û dolab e. Meriveke kêm zêde zemanê xwe ji nav wan de derbas kiriye baş dizane ku dijmintiya dilê wan de her dikele lê ew dikin ku veşêrin.
4- heke kurd, ereb an jî romanek bi awayekî serketî û navdar bibe, tirk yekser derdikevin li mederê û dibên "ew jî tirk e" hîç hîç nebe dibên "ew jî kurdê tirkîyê ye" lê heke kurd/ereb/romanek tişteke xerab ve bê zanîn yekser dibên "jixwe ew wisa xerab in, wan welatê me jî xerab kirine."
5- yên qaşo çepger, demokrat û "zêde zêde zêde" hdp'li hema bendê nin ku bi ku ve biçin bila kurd xwe qurbana wan bikin. her tim dixwazin nîşan bidin ku her çi qasî tirk bin jî ew tirkên baş in û vê yekê jî her tim li ser navê "kurdên cerdevan", "kurdên akp'yî" ve realîze dikin. Lê hîç napirsin; gelo çawa bû ku kurd ji nav xwe de ev qasî dabeş bûn? veja poza wan ev e; öcelikle aramızdaki türklere bir alkış alalım :D Bo nimûne min heya niha bi dehan cihu dîtine, bihîstine ku bona doza fîlîstîniyan kar dikin. gelek ji wan erebî yekser fêr dibin, dema qala fîlîstinê dikin her tim eşkere dikin ku fîlîstîn dewleteke serbixwe ye û bi aliyê îsraîlê ve hatiye dagirkirin, bi hîç awayî aqil nadin fîlîstînîyan, heya gelek caran fîlîstînî bi mantiqê îslamî ve tevdigerin û gelek tiştên xerab bona hemû cihûyan dibêjin lê ev kes xwe kerr dikin. Min carekî jineke cihû pirsî got; heke ev fîlîstîni te bigrin binêr e çi bibînin ji serê te lê tu piştgirîyê didî wan. wê ji min re got; dizanim lê kerba dilê wan mezin e, ew her roj tên kuştin lewma jî niha ne hewceye ez derbarê vê de bifikirim, niha divê bes piştgirîyê bidim wan. Min heya niha tirkeke wiha ne dîtiye, ne bihîstiye.
6- wisa dizanin ku her kurd neçar e ku zimanê wan bizanibe. heya niha min bi dehan caran dîtiye ku ji kurdên rojhilatî, başûrî pirsîne bê ka çima zimanê wan nizanin.



13.09.2018 22:48 | jifêzagorda

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
têkiliyên ensest [2]
ez ê ji bo vê peyamê bêm recmandin lê xem nake. bi min ger du mirov bi...
qijika reş [1]
Quz xeyîdî çolê ket Kîr xemilî dorê ket Welle sixêfeke wisa cara y...
qijika reş [2]
Wek rebbê nifir û biwêjên kurdî jî tê nasîn.;dddd...
îtîrafên tirşikvanan [1]
Ji bo ku youtube'ê bi awayekî Premium bikar bînim mehê carekî emailekê...
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2]
Meriv paş zemanekê tirşikê jebîr deke. Keşka tirşik de mêhê da carê ...
belki ev jî bala te bikişînin
» taybetmendiyên nivîskarên tirşikê
» tirkan şoray
» êntropî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî