Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
zewaca kurd û tirkan

zewaca kurd û tirkan

23. Armanca kurdên dixwazin ji nav pergala heyî de asteke xweş ji bona xwe bidest bixin ew e ku zûtirke bibin tirk.
Bona tirkbûnê çi lazim e?
1-Aborî (Tirkbûn wekî kesên bajarî û xwedî pere hatine dizaynkirin. Tu nikari ji amedê ra bî biçî bibî tirkekî ji gundên yozgatê, lewra dibê tu li bajarekî mezin û hîç nebe ji çîna naverast bî)
2- zimanê tirkî (erê Kurdên tirkîaxêf henin û tên qebulkirin lê tirkên kurdîaxêf helbet nîn in.)
3- xwe ji gotinên siyasî, daxwazên doza neteweyî a kurdan ji dûr bixin.

Jixwe Kurdên jin bi tena serê xwe (ji malbatê cuda) nikarin tiştên wiha bikin lewma heke malbateke wiha hatibin bi hêsayî diçin ji tirkekî re dizewicin û (ji ber ku civak jinê wekî objeyeke pasîf dibîne, jin xwe jî gelek caran xwe wisa dibîne) êdî mêrê wê yî tirk çi bêje, çawa bijî rastîya jinê jî ew e.

Mêrên Kurd ên ku xwedî pere, ast, jiyaneke baş bi hêsayî diçin jineke tirk a bedew dibînin û dizewicin. Yanê bi awayekî sergirtî dibêjin ku; bona tirkbûnê çi hewce be min kir êdî vê şûnda jî divê malbateke rastî jî tirk ava bikim.

Mêrên Kurd û qaşo polîtîk, xwedî fêm jî diçin bi tirkan re dizewicin ji ber ku jixwe siyaseta tevgera kurdan jî vê yekê palpişt dike û ev kesana di binêhişê xwe de dibên "jixwe ez mêr im, ez çi bim malbata min e jî ew be. yanî malbata min e kurd be" Lê encax gû belav dikin;ji ber ku ev mesela jinbûn, mêrbûnê bêtir girêdayî çanda, zimanê desthilatdar e. Yanê tu çi mêr an jî şêr bî jî heke biçî li japonyayê jineke japon re bizewicî dibe ku çavên kurê te neşibe japonan lê çand,ziman û aîdîyeta wî ye japonî be. Mixabin desthilatdariya ziman û polîtik a tirkan li bakûrê Kurdistanê ew qasî hêzdar e ku meriv dikare mînaka japonyayê ve berhev bike.

Bêyî vê; Kurdbûn, tirkbûn, japonbûn nasnameyên neteweyî nin. Miroveke ji qirêjî û gunehên tirkbûnê haydar û li dijberî vê qirêjîyê ditêkoşe dê-bav, ziman û çanda wî çi dibe bila be ew kes tirk nîn e. wekî vê kesên kurdî xeber didin lê ji bona dagirkerên kurdan, bona entegrasyona kurdistanê kar dikin jî kurd nîn in. ji ber ku "kurbûn, tirkbûn, fransizbûn" nasnanameyên neteweyî nin û bona hevparîya vê nasnameyê hin şertên diyar henin. Lewma jî mijara ziman, çand cuda ye a polîtîk cuda ye.



18.09.2018 12:08 | jifêzagorda

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» zewaca di nav kurdên elewî û sunnî
» kurdên whatsappê wek watşap bi lêv dikin
» tirkan şoray

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî