Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
qers

qers

16. bajarê li bakurê kurdistana bakur e. li ser orjîna navê wê gelek îdîa hene. hinek ji wan li jor in.
di hilbijartina dawîn de (2018) hdpê %32 deng jê standiye. ne rêjeyek xerab e. ji ber ku bi rastî jî ne tenê kurd lê dijîn. lê dema çûm qersê, min bîhna wê %32ê nestand. belkî jî pêşdarazîya min be. û jixwe ez tenê rojek lê mam.
dibêjin zivistana wê zêde zêde dijwar e. û jixwe kurd dibêjin navê wê loma qers e.

di navenda bajêr de gelek avahiyên dîrokî hene ku ji aliyê rûsan ve hatine avakirin û hê jî xweşik xuya dikin. keleha wê spehî ye û piranî hatiye parastin. çend dêrên rûsan (ketedrala mezin û dêra hawarîyan), hatine mizgeftîzekirin. mirov bîhna dîrokê ji bajarê qersê distîne.

nêzikî kelehê, xwaringeha bi navê kaz evi heye (bi kurdî mala qazan). li vê derê xwarinên xweserî qersê, tên çêkirin. xwarinên wan gelekî tam in û ne bûha ye jî. min xwarinên goştê qazan, xwarina pîtî, hangel, şorbeya evelik xwarin û şerbeta rihanê vexwar. hemû ji hev xweştir bûn. êdî dema wers tê gotin, xwarinên wê tê bîra min.

gelek kes behsa modernîtî an jî qet nebe pêşverûtîya vî bajarî dikin. min hevalek hebû li zankoyê ku ji qersê bû. wî jî her tim wisa digot. zêde têkiliya min bi niştecihên bajêr re çênebû lê qet nebe min tiştekî negatîf hîs nekir.



12.10.2018 19:46 ~21:45 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» qersonik

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî