Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
meydana sor

meydana sor

1. navê Meydaneke gelekî navdar ku li Moskovayê cih digire.
Meydana Sor bi Rûsî красная площадь -Krasnaya Ploşad- ji bo navê wê tê gotin ku berê rengdêra ‘’sor’’ yanî Krasnaya dihat ma’neya ‘’xweşik’’ e jî, dibe ku navê Meydanê ji vir mabe, yanî bere ‘’Meydana Xweşik’’ bû lê êdî wateya duyemîn standiye û bûye ‘’Meydana Sor’’. Lê navê Meydana Sor jî gelekî li dîroka Rûsan tê û renge avahiyan jî …

Meydana Sor an jî Meydana Xweşik, di sersala 15mîn de piştî xelas kirina sûrên Qesra Kremlîn tê ava kirin. Berê meydana bazarê ya herî mezin ev der bû. Li Meydanê di dîrokên cûda de gelek dêr, mal, şanoyek û matbaayekî jî cih girtiye. Pirtûkxaneya Yekem ya Gel li û Zankoya yekem liv ê Meydanê hatiye avakirin.

Ev meydan ji aliye çar avahiyan ve hatiye dorpeç kirin. Katedralek, Qesrek, Muzeyek û AVMyek.
Katedral, katedrala azîz vasîlî di navbera salên 1554 – 1560an de hatiye avakirin. Çêkirina vê Katedralê fikra Îvanê Xofdar bû, hetta tê gotin ku Îvan bi xwe projeya vê Katedralê amade kiriye. Û li gorî efsaneyekê Îvanê xofdarçavên mîmarên ku ev Katedral çêkirine derxistiye da yeke din jin vê çênekin.

Li rasta Katedralê Sûrên qesra kremlînê ber bi çavê me dikevin. Dirêj û sor… Li ber Sûrên Qesrê em Mozoleya Lenîn dibînin. Ev Mozole di sala 1924an de tê ava kirin. Di destpêkê de ahşap bûyê lê paşê, di sala 1930an de dikin mermerên granît. Dîsa di eynî salê de – sala 1930- kevirên Meydana Sor hatin nû kirin û abîdeyê ku ji bo Minin û Pojarskî hatibû çêkirin bar kirin û birin ber Katedrala Azîz Vasîlî. Da ev abîdê nebe asteng ji bo merasim û pîrozbahiyan… Helbet di Çaxê Sovyetan de 1ê Gulanê û 7ê Mijdarê - Şoreşa Cotmehê- li vir dihatin pîroz kirin.

Li çepê Katedralê em avahiya gelekî mezin tê ber çavan, lê ew ne sor e . Ev avahî, AVMya herî mezin ya Rûsyayê ye. Wek gum tê zanîn - Государственный универсальный магазин -. Di nava wê de dîtina dikanên markayên navdar mumkun e.

Li hemberî Katedralê jî muzeya dîroka neteweyîtê dîtin, ew jî sor e. Li gorî agahiyan di nava xwe de 4 milyon berhemên ku dîroka Dewleta Rûsyayê nişan dide dihewîne.



05.12.2018 21:29 ~21:34 | gulêê

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» meydana îstasyonê
» sorik

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî