1. navê bernameyeka cadê yanî; computer aided design yanî; dîzayna bi alîkariya kombersêê ye.. cara pêşîn di sala 1980an de ji nav kompaniyeka bi navê autodeskê ya amerîkî de derketiye.. wekê bernameyên din yên ku pê wêneyên teknîkî tên çêkirin binesaziya vê bernameyê jî ji vektoran pêk tê.. mirov dikare pê vê bernameyê objeyên geometrîk yên duber 2d û sêber 3d çêke an bigire û bikişîne.. şêweya dosyeya autocadê dwg yanî; drawing yanî, hêlkêşan, xêzkêşan, xetkêşan e.. ev form û formata dosyeyê cara pêşîn ji nav autocadê derketiye.. hema bêje bi hemû sîstemên kargêriyê yên kombersê yên wekê windows xp, windows vista, windows 7, windows 8, mac os x, ios, androidê re bêyî pirsgirêk dişixule.. bi riya autolisp û visualbasicê mirov dikare bi nivîsandina kodan bernameyê li gorî daxwaza dilê xwe biguherîne fonksiyon û taybetmendî û kurterêyên nû lê zêde bike.. çend versiyonên wê yên taybet yên ji bo warên cihêreng yên endazyarî û avahîsaziyê jî hene.. pirraniya endazyar, avahîsaz, mîmar û teknîkeran projeyên xwe xwe bi vê bernameyê çêdikin.. bername şirku derketiye û heta îsal hema bêje her sal xwe aktûel dike û bi versiyoneke nipûnû derdikeve pêşberî bikarhênerên xwe.. |
|
28.09.2013 07:46 |
endazer
|
sallana sallana nietzsche ser avê [1] |
|
sallana sallana nietzsche ser avê [3] |
|
sallana sallana nietzsche ser avê [3] |
|
gû [1] |
|
gur li serê kîjan çîya mirîye [1] |