Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 8 peyam
helîkobakter pîlorî

helîkobakter pîlorî

1. bakteriyek berbilav e. heta yek ji bakterîyên herî berbilav ya dinyayê ye. nêzikî %50ê dinyayê vê bakterîyê di ûrê xwe de xwedî dike. di %80ê wan de ev yek nabe problem lê di %20ê wan de dibe sedema cûr be cûr nexweşiyan.

bakterîyek gram negatîf e, mîkro-aerofîlîk e. cara ewil di sala 1983ê de ji aliyê warren û marshall ve hatiye îspatkirin ku di ûrê mirovan de dijî û dibe sedema nexweşiyan.
(ji ber vê kişfa xwe xelagta nobelê standibûn)
şêweya wê helîkal e û di ûrê mirov de li beşa pîlor'ê dijî. navê wê ji ber van rastîyan e.

dibe sedema gastrît, ûlsera ûr, lenfomaya ûr (maltt lenfoma), îdîyopatîk trombosîopenîk purpura (îtp), anemîya ji ber kêmasiya hêsinê, kêmasiya vîtamîna b12yê. di sala 1994ê de ji aliyê rêxistina tendûrîstiyê ya cîhanê ve hat qebûlkirin ku ev bakterî dibe sedema kanserê. her wekî din ji bo hinek nexweşiyan jî tê bawerkirin ku bandora wê heye: dîyabet, metabolîk sendrom, nexweşiyên demarên dil, demansa vaskûler, parkînson û gelek nexwweşiyên din yên cûr be cûr.

çawa ku were dîtin, nayê tedawîkirin. eger bûbe sedema exweşiyên ûr, wê çaxê tê tedawîkirin. ji bo vê yekê antîbîyotîk tên bikaranîn. tu caran yek antîbîyotîk têrê nake 2 an jî 3 antîbîyotîk bi hev re tê bikaranîn heta bikare were tunekirin. dîsa jî carinan pêkan nabe. antîbîyotîk li gorî rezîstans bakterîya li wê hermê/welatî ya li dijî antîbîyotîkan tê bijartin.



31.03.2019 08:22 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» helîkobakter pîlorî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî