Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 27 peyam
steve biko

steve biko

1. nivîskarê dij-apartheid, dij-nijadperestî. di sala 1946an de li afrîkaya başûr hatiye dinyayê. 1966an de li zanîngeha natalê dest bi beşa tibbê kiriye. di salên xwe yên xwendekariyê de xebatên siyasî kiriye. wusa fikiriye ku divê xwendekarên reşik bi tena serê xwe rêxistinan ava bikin û bi vî şiklî komeleya xwendekarên afrîkaya başûr ava kiriye û bûye serokê wê. 1972an de bûye serokê kongreya reşikan. di 1973an de tundiya nijadperestiyê zêdetir bûye û xebatên biko hatine qedexekirin. 1979an de di protestoyekê de 700 xwendekarên reşik ji aliyê rejîmê tê kuştin û bo protestoya vê bûyerê gelek xwepêşandan çê dibin; di van xwepêşandanan de biko dibe hedefa rejîmê. di sala 1977an de tê girtin û gelek îşkence dibîne; di zindanê de dimire. dibêjin sedema mirina wî greva birçîbûnê ye lê ev yek nehatiye zelalkirin.

kîtêba bîko ya bi navê hişmendiya reşik kîtêbek gelek bibandor e. di vê kîtêbê de bîko jî wek frantz fanon behsa dêrûniya reşikan a di bin zordariya spiyan de dike; bi taybetî jî behsa rêxistinên reşikan dike ku spî di nav de ne. lê li gor bîko, mirovên çerm-spî her çiqas marksîst an lîberal bin jî tucarî dev ji avantajên xwe û nêrînên xwe yên serdest bernadin; efendîtiyê li ser serê reşikan dikin. ji ber wê divê mirovên çerm-reşik bi tena serê xwe birêxistin bibin.

(bnr: black consciousness)
(bnr: apartheid)



19.05.2019 04:40 | roza

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
dîsfajî [1]
Zehmetî ú zoriya qurpandinê a di Destpê kirin an domandina wê de. hest...
sallana sallana nietzsche ser avê [1]
Yekê din jî wiha nivîsiye:
(bnr: kurê min nietzsche ji derve sa...
belki ev jî bala te bikişînin
» steven spielberg

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî