Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
serê şevê çîrokek

serê şevê çîrokek

6. mixabin ji bo min wek xeyalşikestînekî xuya dike. berîya çend rojan giha destê min. ji wê rojê ve ye, he roj ji keça xwe ya 6 salî re dixwînim. çîroka ewil xweş bû û keça min jî gelekî jê hez kir. lê yên pê re ne wisa bûn. bi taybetî çîroka vîetnamî. jixwe ew ne çîrok e. nizanim çi ye lê tiştekî din e. tê de behsa dojehê, kitêva wederê, ruh, mirin û gelek tiştên din yên metafîzîkî tê kirin. dema çîrok giha van têgehan, ji neçarî min dev ji çîrokê berda û ji keça xwe re nexwend. ji ber ku ne pêkan e ku fêhm bike. heta vê bêjin: in çîrokê qedand û min bixwe tiştekî ji çîrokê fêhm nekir.
her wiha zimanê çîrokan jî divîyabû hinekî rihettir be.
piraniya kurdan, bi taybetî yên ku ji zarokên xwe re pirtûkan dixwînin, êdî ne li gundan rûdinin. loma ji têgehên jiyana gundan nizanin. loma divê di çîrokan de tenê peyvên hêsan hebin.
weke mînak di çîroka sêyemîn de ev peyv hene: (bnr: kefxo), kizir.
ê welleh min jî van peyvan nedizanî. bi taybetî kefxo.
ê dema wisa be, tama xwendinê jî namîne. ez jixwe di nav vê serdestîya zimanê tirkî de bi kutekî zimanê kurdî nîşanî zarokên xwe dikim. ê welleh ez nikarim peyvên wisa hînî wan bikim. wê zarok çi bi peyva kefxo bikin bo xwedê? bila çîrokên ji peyvên rojane û ji navên heywan meywanan pêk were bes e ji me re.

ez ê hinekî din jî dewam bikim. lê berî ku ji keça xwe re bixwînim, ez ê pêşîn ji xwe re bixwînim û li gorî wê jê re çîrok hilbijêrim.



21.08.2019 22:57 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» serê xwe şûştin
» şevên baranê
» çîrokeke hz. omer

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî