Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
di xewnên şevan de

di xewnên şevan de

1. Helbesta Cegerxwîn e ku ji aliyê yunus dişkaya ve wek stran hatiye gotin.



Stranek xweş çêkiriye ji helbestê.

Gotinên stranê:
Di nêv xewnên şevan dilber dibênim
Li dêman ayeta rindî dixwênim

Ji tovê miskê biskê, dane da min
Ji bo ko ez di nêv dil da biçênim

Dema rabim ji xew sermest û gêj im
Perîşan û nexweş, bêweş dimênim

Dixwazim ko bi diyarî bidme yarê
Nizanim, bi kê re ez bişênim

Çi bêjim, pîr û kal û şermesar im
Di vê rê de divê perdê hilênim

Bere her kes bi min qerfa bikî bes
Li cem dilber tenê şêrîn bimênim

Xwedêkî qet mebêje kale Seyda
Ciwan im, dilşiyar im, ten bi tên im

Serî çendan spî bûye, belê ez
Wekî gundek mezin ava û şên im

Eger dilber ji dil destan bidî min
Ezê eywanê jê re nû vejênim

Eger şêrîn, lebê şêrin bidî min
Wekî Xesro cihanê rahejênim

Delala min di nav destên neyara
Dixwazim wê bi zorê rakişênim

Mebên Seyda Cegerxwîn bûye kale
Dive nemrim heta dilber bibênim



11.10.2019 19:43 ~2019.10.17 17:05 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» xewnên ecêb ên tirşikvanan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî