Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 25 peyam
kameraya pop up

kameraya pop up

1. nîyatî an jî pêngavek din e di teknolojîya destfonan de.
di van telefonan de dema ku mirov bixwaze fotografê bikişîne, kameraya veşartî ya telefonê ji bin kasaya telefonê serê xwe hêdîka derdixe. piranî ji bo kameraya selfîyê tê bikaranîn. ji ber ku kamerayê selfîyê divê li pêş be û dema li pêş be heta niha neçar bû ku parçeyek ji ekranê dagir bike. bi saya van kamerayên pop up, ekrana telefonê bi hemû qûnc û kêlekên xwe dibe ya bikarhêner. di hinek modelan de, kamerayên paş jî li ser van pop up'an hatine bicîkirin.
min jî telefonekî bi vê taybetîyê kirrî berî çend rojan: xiaomi mi 9t.
pirgirêka van telefonan ev e ku dema yekî bi whatsappê bang li we bike ji bo axaftina bi dîtbarî, wê demê kamera jixweber derdikeve derve. ger telefon di berika we de be, ev ne tiştekî xweş e. hê nehat serê min lê heye ku were. îhtîmalek mezin wê bi rojanekirinekê ev problem were çareserkirin.
pirsgirêkekî din ya potansîyel ew ku motora kamerayê xerab bibe. xiaomî dibêje heta 300.000 hezar bikaranîn jî wê motora kamerayê problem dernexe.
ji bo parastina van kamerayan, rêbazek wisa hatiye sepandin ku dema kamera ji destê we bikeve, kamera vê yekê hîs dike û jiweber tê girtin. eger we herî kêm ji 1 metreyê xistibe, hê negihayî erdê kamera derfetê dibîne ku bi temamî were girtin.



17.10.2019 16:38 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
xwarina herî xweş [1]
Xwarinên bi destê diya min têne çêkirin yên herî xweş in....
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Her wiha gurên kîjan çiyayê mirîne jî tê gotin. Piştî qenciy...
sallana sallana nietzsche ser avê [2]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
wedat aydin [1]
Yekem kesê bi kurdî keniya ye...
belki ev jî bala te bikişînin
» kameraya pop up
» pop kürt tv

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî