Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


38 mijar û 55 peyam
destnivîsên pexşanî yên kurdî ji 1812ê

destnivîsên pexşanî yên kurdî ji 1812ê

1. ew destnivîs in ku ji hêla dilşad hîwa û sena hîwa ve li frensayê hatine peydakirin.

li gor agahîyên dilşad hîwa di bernameyak rûdawê de dide dibêje ev pexşanên Kurdî ji 26 cildan pêk tê û 14.000 rûpel e. ev berhema mezin li qahîreyê hatîye berhevkirin. werger û amadekarên wê ne dîyar in, lê dilşad hîwa texmîn dikin ku feqe an xwendevanên wî demî çûyîn qahîreyê ev berhema mezin amade kirine.

di nav pexşanan de çîrok û hikayet hene, ji erebî hatine wergerandin.

li gor dilşad hîwa û sena hîwa eşkere ye ku ne ji hêla kesekî ve, ji hêla çend kesan an jî komekî ve hatîye amadekirin.


Zimanekî Standart
ji 26 cildan nîvî bi soranî ne, yên dî goranî û hewramî ne. lê dilşad hîwa eşkere dike û dibêje ecêb û cihê keyfxweşîyê ye ku wî demî em dikarin bêjin zimanekî standart heye û di vê berhema mezin de zimanekî standart hatîye bikaranîn; çîrok soranî ye lê hevok û peyv û qalibên kurmancî jî tê cih girtine, cînavka "ez"ê ku niha soranî de nemaye hatîye bikaranîn.

Bo Zaravayê Goranî Pexşana Ewil
yek ji girîngîya vê berhema mezin, cara ewil e bi zaravayê goranî pexşanên kevn hatin peydakirin, heta niha me nedizanî bi vî zaravayî wî demî pexşan hene an ne. ya ji vê xweştir ne yek ne dido nêzî 12 cild pexşan bi zaravayê goranî ketin ber destê me.

mala dilşad hîwa û sena hîwa hezar carî ava, ji bo zimanê me ev keşfa mezin kirin. em hêvî dikin hikumeta herêma Kurdistanê û alîyên din yên Kurdistanê dest bavêjin vê xebatê û vê berhema mezin bigihînin her deverê Kurdistanê.

bernameya rudawê ku dilşad hîwa behsa keşfa vê berhema mezin dike:



23.11.2019 19:01 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
de rabe vî kerî di vî bûrî derbas ke [1]
Li devera me dibêjin; (stur: dê were vî kerî ji vê kurê*herrîyê* derxe...
paşeroj û pêşeroj [2]
nivîsa ku @berevaji li ser bloga xwe weşandiye, bawer im wê îzahata /1...
tirşik v3.0 [2]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [3]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
îtîrafên tirşikvanan [1]
ev demeke dirêj berê min li tirşikê taybetmendiyek zêde kiribû û ji bî...
belki ev jî bala te bikişînin
» destnivîsên pexşanî yên kurdî ji 1812ê
» yên ku min dişopînin
» kurdînûs

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî