Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 80 peyam
îtîrafên tirşikvanan

îtîrafên tirşikvanan

348. Bavê min di sala 1942an de ji dayik bûye ez di sala 1990an de ji dayîk bûm. Yanî bavê min tam 48 sal ji min mezintir bû. Bavê min ji ber çend pirsgirêkan du car zewicîye. Ez naxwazim têkevim hûrgilîyên malbatê. Bavê min gelek ji nezerê ditirsiya çi ku gelek bobelatan hatibûn serê wî û ew her gav digot çavêd xelkê pîs e zû nezer dikin min hemî tiştên xwe ji ber wana wenda kirin. Neyse hevalno bavê min ji ber têkçûnên xwe gelek ji min û ji birê min hez dikir gelek ditirsiya tiştinan bihatana serê me loma gelek caran dema li derûdorê yekî jê re bigota çend kurên te hene? Bavê min digot kurên min tune ne ewê ku li gel min e lawê cîranê me ye. Paşê dema zilam ji dikan biçûya dîsa qala çîroka xwe ya pêncî salan dikir û digot nezer heye nezer. Bavê min însanekî baş bû lê hinekî feodal bû nikaribû di roja îroyîn de tiştinan ji hev derîne loma gelek caran em bi hev diketin.
Carekî got bavê min ji min re digot ji xwe re mal bistîne heyfa perayên te ne lê bavê min gotiye madem zarokên min nabin ez jî mal nastînim. Bavê min par mir wexta miribû 76 salî bû û ew 76 sal bê mal û milk di dara dinyê de geriya. Digot min guh neda şîretên bavê xwe loma ne min mal ne jî milk nîn e lê bes hûn her du kurên min hene hûn baş bin bes.
Bi tenê xeyalekî bavê min hebû ez hê deh salî bûm digot bila ez zarokên we bibînim Hama wê kêlîyê xudê rihê min ji min bistîne. Ez bi tenê dixwazim zarokên we bibînim, hêj wan bikim ji xeynî vê yekê tiştekî dî nedifikirî yanî 10 saliya min tê bîra min ango 18 sal Hama bêje kengî biçûyama cem wî digot Hama ez zarokê te bibînim besî min e. Mirovekî bifikirin bi roj û bi şev bi tenê xeyala neviyên xwe kirine, bi tenê xwestiye kurê kurê wî hebe û ew jî paşê bimire.
Bavê min par di meha hezîranê de rehmet kir û kurê min jî sê meh paşê hat dinyayê. Yanî ev feleka xayîn nehişt zilamekî extîyar, kalekî têkçûyî, însanekî henun bigihîje tekane miraza xwe....
Lawê min 14 mehî ye hê jî kengî lê binêrim bavê min tê bîra min law dibêjim bavê min bi salan xeyala dîtina vî kurikî kir lê nedî feqîre min. Gelo bavê min eger bijiya û nevîyê xwe bidîta dê çi bikira? Çawa wî hembêz bikira? Çawa wî bigeranda? Çawa hej wî bikira? Çawa wî bigirta li ser çokên xwe? Çawa pê re biketa dîyalogê?
Ya girîngtir, kelîya ku bavê min cara ewil nevîyê xwe bidîta gelo sûretê wî bi çi şêweyî bikeniya? Kelecana xwe bi bişirîn an bi girîn bida der?
17 meh berê bavê min mir, 14 meh berê kurê min hat. 17 meh e bavê xwe difikirim 14 meh e kêfa bavê xwe difikirim. Xudê bi sê mehan hemî bextewarîya min ji min girt...
Aniha tekane xeyala min ev e ku ez kurê lawê xwe yanî ciwanê xwe bibînim...



24.11.2019 23:51 ~23:56 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene