Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
99 morîkên belavbûyî

99 morîkên belavbûyî

5. pirtûkeke helîm yûsiv e.

''
Morîka ji derveyî tizbîye
Roja şazdehê Adarê, ber êvarê, li herêma Nedersaksen a Elmanyayê, kurdekî porspî ku li kolanê dimeşîya, ji paş ve bi destê xortekî bîst û çar salî yê bêjna wî sed û not û pênc sentîmetre bû, hate kuştin. Min ew mirovê kuştî ji dûr ve nas dikir. Wê demê tenê du sal di ser hatina min a Elmanyayê ra derbas bibûn. Ramana avakirina romanekê ji wê rojê ve ye di serê min de dimeye. Ji sala du hezar û yezdehan ve, ji bo debara xwe, min dest bi karê wergerê kir. Di nav xericira jiyana rojane da ew bûyer li cem min bû wekî xewnekê yan jî wekî birîneke kevn û ne ji vê lihevrasthatinê bûya, dibe ku ew birîn bihata jibîrkririn.
Tesaduf ew bû ku ez bixwe li nexweşxaneyeke nexweşîyên derûnî bûme wergêrê jineke Kurd. Piştî hevnaskirineke demdirêj wê deftereke bergşîn û kevnik ku bi xeteke xweşik hatibû nivîsandin da destê min. Bi xwendina wê defterê ra qaşilê wê birîna min a kevn ji ser rabû û dîsa êşeke nedîtî di hundirê min da dest pê kir. ev defter rojnivîskên wî mêrê porspî bûn ku wekî min werger dikir û Tê da êşa xwe û ya hemû kesên mîn min vegotibû. Gava min deftera wî xwend, min nizanîbû ka ev behsa xwe dike yan jî behsa min. Ji ber hin sedemên ku tên zanîn, min navên rastî yên di defterê da hemû guherandin û bi zêdekirina çend morîkên din li tizbiya wî, min ew jînûve ristin. Wisa jî min notên wê deftera tevlihev, mîna morîkên wê tizbiyê reş a 99 libî ya di destê wî de, yek bi yek li pey hev jinûve rêz kirin.

Têbîniya Nivîskar''



27.11.2019 22:44 | gulêê

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî