Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 17 peyam
mirî

mirî

1. ji bo kesê ku miriye tê gotin.

carinan pirr meraq dikim gelo mirî aniha di nava gorê de çi dikin.
gelek bersivên zanîstî (li gorî teoriya tekamûlê) û yên îslamî hene lê yek ji wan jî ez têr nekirim.
li gorî hindek hedîsen eger ku yê mirî însanekî qenc be di nava axê de jê re pencereyek tê vekirin û cihê xwe yê jê re di bihûştê de hatiye amadekirin temaşe dike lê ger yê mirî yekî dilxirab û gunekar be di nava gorê de lê tên xezebê û jê re jî pencereyek tê vekirin û ew jî cihê xwe yê dojehê dibîne.
yê baş dibêje xwezî demildest qiyamet rabe û ez herim bihûştê yê gunehkar jî tevî xezeba qebrê dibêje bila hîç qiyamet ranebe û ez neçim dojehê.
aniha tê gotin zeman ji bo saxan û ji bo mirîyan cuda ye. dema tu dimirî li dû te qiyamet radibe loma tu wek a saxan li bendê nasekinî ango zeman ji bo me her duyan cuda diherike. lê ger wisa be çima li qebrê ewqas teşqele çêdibe. madem piştî mirina te bixwe zeman kurt dibe û qiyamet radibe nexwe bo çi tu li gora xwe li benda qiyametê li pêş pencerê disekinî? ev yek nakokîyek e.
mirî hîs dikin? tiştên ku diqewime dizanin? haya wan jî heye? riyê wan piştî mirinê çawa ye? dema yek diçe li ber gorê dibêjin li ber serê wî bisekine da ku te bibîne.
helbet wan tiştan hurafe ne. qesta min ne ew e .
heqet mirî çi dikin?



30.11.2019 00:39 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» mirî tira nakin

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî