Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
evîn

evîn

74. hîseke ku ji bo cara pêşîn ecêb û xweş e. wilo bandoreke rastîn li ser can û hormonê meriv dike ku heta meriv dilerize. wexta ku qala evînê dibe yek ji nivîskarên tirşiknetê ferhenga şikestî tê hişê min* ji ber ku herî zêde wî êşa xwe li vir nivisî û bi hêviya ku bextewariya wî her dewam be.

piştî ku min vê mijarê li ekrana tirşiknetê dît û min meraq kir û min got gelo min berê jî li vir peyamek nivîsiye? û min dît ku min peyamekî ku ji yek hevokî pêk hatiye rêz kiriye. eger min dikarbûya çeppikek bidaya vê peyamê evîn/16045 teqez min ê bidayê* ji ber ku wateyên ontolojîk û felsefî di xwe de dihewîne. peyameke wilo sade û ecêb min 6-7 sal berê nivîsiye ku niha ez ne di wê astê de me, lê niha ez wateya wê fehm dikim* felsefeya wehdet el wicûd bi bi yek hevokî rave kiriye. hetta felsefeya ku ez îsal hîn bûm, ya panenteîzmê.



07.12.2019 04:56 ~05:00 | ceso

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol