Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 42 peyam
keanu reeves

keanu reeves

1. lîstikvanê kanadayî ku bi the matrixê tê nasîn. wateya navê wî "bayê hênikê li seranserê çîyayan" e, di zimanî hawayî de.(bavê wî hawayîyî ye)
di sala 1964an de li beyrûta lûbnanê hatiye dinyayê.

bi qasê matrixê, fîlma wî ya sweet november jî xweş e û keanu jî baş dilîze. di medyaya sosyal de bi dilnizmî ya xwe tê nasîn. ji 114 mîlyon dolarên xwe, 80 mîlyonê wê bexşandiye xebatkarên fîlma matrixê. ya rast paşê hinek ji van xebatkaran înkar kirine. her wiha tê gotin ku 38 mîlyona xwe ji çêkerên fîlmê re hiştiye ku bêtir derfet veqetînin bo efektên taybet. belkî jî ev gotegot ji vê yekê çavkanî standiye.
di bûyerek din de vê carê ji ber lêdanxearina dubloran, çûye ji her yekê re motorek harley davidson dîyarî kiriye.

wêneyek wî yê berbilav heye ku di metroyê de bi tena serê xwe rêwîtîyê dike. gotinek wî ya wisa heye "pere tişta dawîn e ku xemê jê bixwim. pereyên ku min ji karên xwe yên kevin bi dest xistine, têra çend sedsalên min dike".

motor bi kar tîne û di xanîyek mutewazî de dijî. mirovek baş e, welhasil.

li hemû dinyayê jî wisa behsa wî tê kirin. loma vê qenalê vîdyoyek wisa kişandibû ku tinazê xwe bi zêde qencbûna wî dikin.


di vîdyoyê de ew bixwe nalîze. rûyê wî komple effect e. gelek komîk e.



21.12.2019 23:23 ~23:30 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» keanu reeves

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî