Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 43 peyam
ferhenga têgihên hiqûqê

ferhenga têgihên hiqûqê

1. ferhengeka ji hêla komxebata hiqûqê ve bi xebata 4 salan çêbûye. ev komxebat ji alîyê weqfa mezopotamyayê û baroya amedê ve hate birêve birin. di serê projeyê de tahir elçî jî hebû, ji ber wê ferheng îthafî wî hate kirin.

komxebat pêşîyê wek civînên mezin pêk dihat, paşî biryar hate dayîn ku parêzer û zimanzanên li bakur di nav xwe de pêşîyê bicivin û paşî civînek mezin çêbe, di civîna mezin de biryara dawî dihate dayîn. ez jî piştî vê biryarê tevlî bûm, hema bêje di hemû di civînan de hebûm, ji tirsik.netê du nivîskar tevlî vê xebatê bûn, yek ez yek jî roberz bû. gelek civînên piçûk çêbûn, 4 civînên mezin çêbûn; civînên piçûk li Amedê (carina li weqfê carina li baroyê), civînên mezin yek li gola hezarê, yek li wanê, yek li Mêrdînê, ya dawî jî li stenbolê pêk hat. di civînên piçûk de parêzer ji baroya amedê û mêrdînê, ez ji baroya şirnexê tevlî dibûn, sabîr ebdulahîzade ji rojhilatê Kurdistanê niha li wanê dijî wek pisporê hiqûqê tevlî dibû, mikaîl bilbil wek zimanzan tevlî dibû. di civînên mezin de ji bilî kesên di civînên piçûk de cih digirtin her wiha mehdî cehferzade ji rojhilatê Kurdistanê tevlî dibû, ji başûr parêzer û zimanzanên payebilind tevlî dibûn.

biryara her peyvê di encama nîqaşên dûvdirêj de derdiket, di civîna mezin de careka din nîqaşên mezin çêdibûn.

heta ji me hat me digot bila nêzîkî zimanê gel be, di nav xelkê de çi tê gotin em li pey peyvan diketin. her wiha yek ji prensîbên me nêzîkkirina zaravayên Kurdî bû, me pêşîyê dimeyzand soran ji bo têgihê çi dibêjin, paşî farisîya wê çi ye, paşî îngilîzî, paşî zimanên din.

ferheng ji du beşan pêk tê. beşa ewil kurdî - kurdî ye, têgih û pênaseya wê ya kurdî û di nav hevokekî de bikaranîna wê. beşa duyem têgih bi zimanên din çi ye ji me re dibêje, tirkî - kurdî - îngilîzî - farisî - erebî.

hêvî dikim xebatên bi vî awayî yên profesyonel ji bo Kurdîya dewam bikin. destê weqfê û baroya amedê û hemû hevalên ku ji wextê xwe fedakarî kirîn terr û sax be.

komxebata hiqûqê ji van kesan pêk hat:
Bahîz Omer Ehmed, Beyar Tahir Seîd, Bîlal Zîlan, Cemîl Çelîk, Ebdilah Casim Receb, Ebdilah Çager, Ebdilwehab Xalid Mûsa, Fexrî Karakoyunlu, Gevrîye Atli, Hekar Findî, Mehdî Caferzade, Mîkaîl Bilbil, Nasih Husên Silêman, Rênas Xendekî, Sabîr Ebdulahîzad, Sebah Reşîd Qadir, Selehedîn Elçî, Semîre Nergîz, Serdal Ogmen, Sezgîn Dînç, Veysel Vesek.



29.12.2019 19:49 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
belki ev jî bala te bikişînin
» ferhenga derûnnasî
» têgihên qur'ana pîroz

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî