Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
bijîşk vs doktor

bijîşk vs doktor

1. Doktor kî ye?
Ez pêşiyê eşkere bikim bê kî doktor e. Doktor ew kes e ku piştî qedandina zaningeheke çar salan herî kêm du salê din jî ji bo sitendina doktorayê dixwîne/dişixule. Piştî qedandina van salan wî kesê doktora kir pênasê "PhD" yani dibe "Doctor of Philosophy". Heke em wê rasterast wergerînin Kurdî dibe "Doktorê Felsefeyê". Di vir de oeyva felsefeyê ji ber fikirîna wî hatiye wir û dibêje ku ev kes bi fikirînê dikare tiştinê nuh bibîne. Li gorî min divê ev werger bibe "Doktorê Zanînê" - "Doktorê Zanistê".

Çi pirsgirêk di navê doktor de heye?
Ji bo bijîşkan bi kar anîna navê doktor wan kesên di beşên din doktora kirine di nav gel de tune dike. Ji gel heye ku tenê bijîşk doktor in. Anko yekî bibêje ez doktor im divê bijîşk be. Ji ber vê rewşê pirsgirêkên xweîfadekirinê ji kesên di beşên din dixwîne derdikeve.

Di Îngîlîzî de tu peyvên weke bijîşk hene?
Erê peyvek heye. Di îngîlîzî de ji bo peyva bijîşk peyva "Physician" heye û ev jî di maneya "medical doctor" de ye. Anko meriv dikare bibêje "Bijîşk" dikeve şûna peyva "Physician".
Meriv di Tirkî de jî vê rewşê dibîne. Di Tirkî de ji bo peyva "Physician" peyvên "Tabip" û "Hekim" heye lê ev her du peyv jî ne Tirkî ye. Ew jî êdî girîngiyê didin peyva "Tıp Doktoru" lê ev peyv jî daneketiye qada gel.

Bi kar anîna peyva "bijîşk" ji bo Kurdî xebatek e.

Di vê meseleyê de karekî mezin li ser pişta me xweneda de ye. Divê em gel hînî peyva bijîşkê bikin ku tevlîheviya doktorê bijîşkiyê û doktorên beşên din mezin nebe.



29.12.2019 23:44 | berxweda

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» bijîşk
» doktor

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî