Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


45 mijar û 87 peyam
qezaya trafîqê

qezaya trafîqê

4. Qezayek bi ziyana madî li trafîkê rû bide, xwedê bikê ku newê serê kesekî bi taybetî serê tirşikvanan û serê malbatê wan, heta ji destê we tê nekevin kelecaniyê û lez tiştek mekin.

Baş e hûnê çi bikin?

kereseyên pêwîst

1-) pênûsa bihibir.
Yekî baş ku mirov bikarê bi hêsanî xweşik binivîse. Sê çar heb hebê hêj çêtir e.

2-) Girtenameya peyitandina qezaya bi ziyana madî ya trafîkê
(hasarlı trafik kazası tespit tutanağı)
Çend eded hebê ew çend baş e. Bere di çaviya torpîdoyê de hebê.

3-) ajoname
(wek ehlîyet û sürücü belgesi dihê zanîn)

4-) destûrname - belgeya trafîkê ya amyara motordar
(wek ruxset û motorlu araç trafik belgesi jî tê zanîn)

5-) polîçeya misogeriya pêwîstî ya trafîkê
( wek zorunlu trafik sigortası poliçesi bihure)

6-) nasname -cizdana nifûsê

7-) telefona berîkê ya bi kamîrayeke baş yan jî makîneya wênegirtinê yekî baş ku mirov bikarê wêneyên pelgeyan baş bigirê.


yên divê bê çêkirin

1-) pêşî, bala xwe bidin dibêm pêşî telefona yan jî makîneya xwe birajin derkevin derve wêneyên qezayê bigirin.

Hem ji nêz ve(hûrgilî) hem ji dûr ve(goşefireh) ji her çar aliyan wêneyan bigirin. Ji nêz ziyan ji dûr rûdana qezayê eşkere dibe. Çend foto hebe ewqas baş be. Gerçî pêwîst nîne ku bibêjim lê helbet weneyên we pak û zelal bibe.

Piştî wêneyan, dîsa dibêjim di pey wêneyan de heke trafîk bilepike an hêdî be dikarin tirimpêlên xwe ji rê bidin kenarê.

2-) Dû re herin ji aliyê din hemû belgeyên wî (ajoname, destûrname, polîçeya pêwîstî ya trafîkê û nasname) bistînin. wêneya wan bigirin. Û pelgeyên xwe jî bidin wî bila ew jî fotografa wan bigirê.

Gava wêne girtinê hemû belge yek yek deynin cihekî ronîdar û dirist û xweşik. Pê re weneyên wan tek tek bigirin. Baldar bin ku nivîsara belgeyan xweşik ji wenêyan bê derxistin. Nivîs pak, wêne zelal bin. Tilî û dest filan bêvan xuya nebin di fotoyan de. Bi awayê bi destên xwe ve belge girtî wêne negirin.

Heke girtenameyê hunê bigirin ne pêwîste ku nasnameya xwe bidin aliyê din. Lê ya wî bistînin û foto bigirin. Belgeyên din ji her du aliyê re jî pêwîst e. A rastî nasname bo her du alî jî ewqas ne pêwîst e. Ajoname bes e. Lê dîsa jî ji bo paşnavê hewce dibe. Heke aliyê din jin be dibe ku paşnavê jinik li ser nasnameya û li ser ajonameya wê ji hev cihê binivîse. Ji bo navê, bingeh nasname ye. Ez her du jî dinivîsînim.
Nav paşnav (nasname)
Nav paşnav (ajoname)

Tabî min got wêne bigirin. Ev foto bi vebirî di destên we de be jixwe. Fotokopî ji wêne baştir e lê belê ji ku bînîn wê keliyê. Foto hêsan e. Derfet hebê herin fotokopiya wan belgeyan bigirin. Ji bo teslîm kirinê fotokopî hêj paqij e. Heke wêne tenê bê jî jixwe wekî rûpelên resen belgeyên xwe ji kombersekî, ji çaperê wek paknivîs çap bikin bes. Wilo jî teslîm çêdibe. Gişt foto teslîm dikin jixwe.

Li vir xalek pêwîst heye. Divê polîçeya misogêriya pêwîstî ya trafîkê bi kaskoyê re yan jî belgeyên din re newê tevlîhev kirin. Misogeriya pêwîstî ya trafîkê û kasko ya trimpêlan gelek dirûvin hevdû. Hema bêje eynî ne. Sernava wan belgeyan baş meyzênin. Heke yekî bala xwe nedê dibê qey heman agahî dinivîse li naveroka wan. Lê hejmare û tarîx û agahiyên din ji hev cuda ne. Belgeya bingeh misogeriya pêwîstî ya trafîkê ye. Li gorî vê belgeyê girtename tê tije kirin. Ne hewceye lê heke dixwazin weneyê kaskoyê jî bigirin. Lê tevlîhev nekin. Bila li ba we ev belge jî bê.

3-) bibîrdarî dest pê tije kirina girtenameyê bikin.

Li jor hatibû gotin, nav û paşnav li gorî nasnameyan rast binivîsînin.

Agahiyan li gorî ajoname, destûrname û polîçeya misogeriya pêwîstî ya trafîkê binivîsînin. Disa hişyar bikim kasko û misogeriya pêwîstî ya trafîkê tevlihev mekin. Belgeya bingeh misogeriya pêwîstî ya trafîkê ye.

Nîvîsandina rast pêwîstiyek e. Çimkî pê re girtenameyan de guhêraniya agahiyan nayê erê kirin. Ango dibe pirsgirêk derekeve. Dibe ku dernekeve jî. Dîsa jî bila saxlem be.

Piştî nivîsandina agahiyan divê werin ba hev. Divê krokiya qezaya trafîkê çêbikin. Û binê cihê krokiyê cihek bo nivîsandinê hiştine, ji bo ravekirina qezayê divê bê tijekirin. Ev her du xal(çêkirina kroki û ravekirina rûdana qezayê) yekrêzî divê.

Yekdengî nebê jî cihê nivîsê bikin du perçe û her kesek li gorî xwe binivîsîne.(girtename jixwe rûpelekî du beş e. Beşa çepê cihê araca a, beşa rastê cihê araca b ye. Her kesek di binê beşa xwe binivîsîne heke konsensûs nebe.) Pê re her yek binê girtenameyê navîş dike.

Ti awayî yekrêzî pêk newê neçar polês bigerin. Ew jî gelek dereng tên.

Çêkirina krokiya qezayê de xalên girîng hene. Cihê her du amyaran, hêla her du amyaran, şêweya qezayê li ser rê û şerîtan bi awayekî raveker û asan divê bê xuyakirin. Pêşgehên amyaran û hêla çûyîna amyaran divê bê nîşandan. Şiklê lihevxistinê û xala ewil ya lihevxistinê divê bê destnîşankirin. Divê navên kuçe û kolanan(ya resen û yên çaprast û paralel) bê nivîsansin. Li ser rê cihek an jî nîşanek, avahiyek, qadek, seyrangehek(dibistan, mizgeft, barûya saetê, peyker, park ...) filan û bêvan hebe nîşan bidin. Nav û cihên wan wek basît diyar bikin.

Nivîsê ravekirina qezayê jî divê zelal be.
Heke behsa xwe dikin binivîsînin "ez wek amyara a" heke behsa aliyê din dikin bêjin "wî wek araca b".
Armanca xwe bidin zanîn. Heke hûn araca xwe sekinand ji bo ku rê bidin aliyê din. Tenê mebêjin min amyara xwe sekinand. Bêjin ji bo ku rê bidim min amyara xwe rawestand û ew li min xist. Helbet mebestên xwe yên rast û rûdana rast binivîsînin. Wekî krokiyê ji ku heta ku derê lihevxistin, pêşî kî xist, ziyan çawa ye, li pişt e li paş e li kêlek e, kîjan derê û aliyê ye, kengî lihev xisitin, kopiyaye, xêzbuyî ye binivîsînin.

Bi gelemper li pişt girtenameyan pera kopyayê ya zeliqandî heye. Li dû her tiştî ji hev bikin pera kopyayê bidin aliyê din. Pera resen jî ji xwe re bihêlin.

Weneya girtenameya tijekirî(krokî çekirî, ravekirî û îmzekirî) bigirin. Bila her du alî jî bigire.

Belgeyên hev bidin hevdu.

Edî dikarin herin ji wir.

Pê re di nava pênc (5) rojan de bi belgeyên xwe biçin şîrketên xwe ya sîgortayê. Piştî 3 rojan dosyaya we bigihêje encamê. Ger pêwîst be dikarin di nav 5 rojan de bervê bikin. Piştî îtirazê di nav 3 rojan bervêkirina ve bi encam bikin. Ku dîsa jî bêheqî li we hatibe kirin nizanim her hal diçin polêsxane gilî dikin. Lê ev her car çênabe.

Biya min ji aliyê din hîç bawer nekin. Ji navê wan heta navê kolana qezayê hûn bibînin wilo binivîsînin. Bênamûs û ker zehf in. Jixwe ji ber vê yekê dibêjim pêşî foto bigirin. Wilo dest bi tijekirina girtenameyê bikin.

Jixwe bi wêneyan, bi şiklê ziyanan, bi cih û rewşên amyaran exper ji sedî not bizane ku qeza çawa rûdaye.

Nivîs hinek dirêj bû lê ev xalên nivîsandî ku bizanin herî zêde di nav nîv satê de dawî dibe. Bila çil xulek be. Ger ku nizanin çi bikin carinan dibe du saet carinan jî dibe 5 deqîqe. Her du jî nebaş e.



31.12.2019 17:34 | rûbar

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
belki ev jî bala te bikişînin
» qezaya li mekayê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî