2. pirtûka min li zanîngehê ne şaş bim emrê min 19 an 20 bû li ser daxwaza hevalekî min xwendiye.. pirtûka zarokan e lê miheme û şêxmûs û evdirehman û eyşê û sêvê û xoxê filan jî dikarin bixwînin helbet.. bi çavên zarokekî bûyer û diyardeyên li ser rûyê erdê û şêl û tevgerên mirovan vedibêje pirtûk.. di pirtûkê de beş û pasaja ku dema mîrzayê biçûk qala kedîkirinê ji roviyê ku dixwaze bi mîrzayê biçûk re bibe heval dike gelek xweş û dramatîk û watedar e.. pirtûk ji aliyê pîlotekî ku navê wî di peyama li jor de hatiye nivisandin -mîrata nav hingî dirêj û komplîke ye bi xwe re nabînim li vir jî binivîsim- hatiye nivîsandin.. lehengê çîrokê mîrzayê biçûk li gerestêrkekî dijî û nizanim çawa lê bi awayekî xwe li dinyayê dibîne.. pîlotê me jî li nava çol û çolistaneka erebîstanê teyara wî xirab dibe û ji mecbûrî li ser pîsta çolê teyara xwe datîne û ji bo teyareya xwe temîr û tedîl bike zend û bendan vedimale.. axirê pîlot dema teyara xwe temîr dike ev prensê biçûcik û tê û ji pîlot re dibêje ka ji min re li ser kaxezekî suretê berxekî çêke -baş nayê bîra min belkî mîh an bizin be jî- paşê çîrok li dora vê hevaltiyê û hevdunasînê diçe û tê û tê û diçe heta ku çîrokbêj rehme'l dêûbavê hazir û guhdaran tîne.. |
|
05.10.2013 12:59 |
endazer
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |