Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kurteçîrok

kurteçîrok

2. Niha jî kurteçîraka ku min nivîsandîye ezê parve bikim
Hezkirina zimanê dayikê

Ciwaneke temenê wî 19 salî .di serê wî de fikrên cuda di dilê wî de hezkirina welat.lê dîsa bext dê wî ji welatê wî durbixista .
Cara dawî dê û bavê xwe dît û xatir ji wan xwest. Derkete rêyeke duvdirêj . Li otobosê siwar bu û berê xwe da welatên dur.her çiqas ji welatê xwe durdiket hezkirina wî hîn bêhtir dibu.
Hîn bi qasî 4 demjimara dur ketibu navê wî gûherîbu jî .êdî tû kes dê bi navê wî yê rast bang lê nekira.li derdora xwe dinihêrî herkes bi zimanê ku di 8 salîya wî de di dibistana de bi zorê hatibu hîn kirin daxivî
Dema bi qasî 10 demjimara dur ket dîte ku rengê laşê mirova jî ber bi sipîbunîuê de diçe . Otobos
Navbirîyê da herkes ji otobosê daket .belê tîrêj jî daket .cara yekem ji welatê xwe derketibu çubu cihekî ew qas dur
Belê tîrêj derket sûkê lê belê ev der cîhekî xerîb bu. Wî tû kes nas nedikir û van kesan nedişibîyan hemwelatîyên wî .êdî li serê dayik û pîreka laçikên sipî tunebun. Li mêran û xortan jî şal û êlek tûne bun
Herwiha tîrêj çend danustendinê xwe kir û dîsa li otobosê siwar bu.ji ber ku ew betilî (westîya)bu bi xewve çu. Dema çavê xwe vekir gihaştibû cihê xwe
Li otogarê daket û xwest here warê xwe lê belê êdî diraf (pere , bexnot) derbas nedibu . Hemû
Wesayît bi qerta dixebitîn. Neçar ma û çu qertek ji xwere derxist û berê xwe da warê xwe
Tomara xwe ya warî çêkir û çu jura xwe . Lê ev jur ne weke jura wî yê berê bu. Nivînên wî yê erdê bibun ranza . Mîrdekên erdê çubun kûrsî hatibun. Selika wî ya cila çubu dolav hatibun
Bi awayekî cilên xwe bi cîh kir .nivînên xwe sererast kir û derkete bernigê lê ev bernig jî ne weke berniga mala wî bu . Di televzonê de leqemê kilam û dengbêja çubun leqemê werzîşê yê bi zimanekî biyanî hatibun . Somîya(cureyekî paldank) wî çubu paldankên niknujend hatibu . Li erdê tejik tûnebu herkes bi şimika digerîya
Di têketinê de dîte ku dû kes bi dahme dilîzin. Dema dahme dît lîstina wî ya bi bavê wîre hat bîra wî. di zarokatîya xwe de ji bavê xwe fêr bibu vê listikê. Li welatî wî ev lîstik gelekî baş dihat zanîn. Hêdîka çu ber bi wan de û li wan ma sêrî. Dîte ku ji lîstikvana yek gotina "siwarim" bi kar tanî. Wî baş dizanibu ku ev gotin bi zimanê wî bu û li welatê wî dihat bikaranîn
Ev dû rojbu cara yekem peyveke ji zimanê xwe bihîstibu. Bi rastî ev peyv gelekî xweşîya wî çubu
Weke kû zarokên çav li şekirdikin kêfxweş bu



11.01.2020 16:56 ~17:02 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurteçîrok

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî