Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
mella kerîm

mella kerîm

1. Mella Kerîm ango Mella Kerîmî Ehmed;

Di salên 1920-30-40î de şîrketên qewansaz ên li Iraqê ger qewanên stranbêjên kurd tomar bikirana, bernavê "Axa” bi navê stranbêjên mêr û bernavê “Xan” jî bi navê stranbêjên jin ve dikir; her wekî Kawîs Axa û Meryemxan. Lê wan ji bo stranbêjên mêr ên devera Soran bernavê “efendî” bi kar dianî; her wekî Hemdî Efendî, Mella Kerîm Efendî, lewra navê Mella Kerîm, Xwedê jê xweş be, bi efendî dihat.
Ev hunermendê dengxweş û dilsoj, ku di salên 1927, 1928 û 1929an de qewan deraniye, di sala 1885an de li bajarê Mehabadê hatiye dinyayê û navê wî yê rastîn Mella Kerîmî Ehmed e. Ew di sala 1901ê de çûye Silêmanî û li gorî rojnameya Ziban- Hej.37, di hezîrana sala 1938an de koça dawî kiriye; nexwe berî ku Radyoya Bexdayê bê danîn çûye ser dilovaniya Xwedê.
Mella Kerîm dema çûye Silêmaniyê 16-17 salî bûye. Dibêjin, wê demê digel gencan bi şev li kûçe û kolanan û bi roj jî li deşt û derveyî bajêr stran digotin û bereber nav û deng da. Wî bêhtir stranên Seyîd Elî Exser Kurdistanî û meqamên Farisî û Kurdî gotine.
Mella Kerîm di hilbijartina şî'ir û stranên folklorîk û sirûdên wê serdemê de gelek hûrbîn û jîr û jêhatî bûye. Lewra ev yek dike ku dostanî di navbera wî û (bnr: pîremêrd) de peyda bibe. Ew şî'ira Pîremêrd ya bi navê (bnr: ke delên emro deşt û kêw Şîn e) dike sirûd û dû ra ev berhem dibe sirûda mektebên Kurdistanê. Jê pê ve wî gelek şî'irên şa'îrên bi nav û deng kirine sirûd û tomar kirine; bo nimûne:
Sirûda “Çend Şêrîn e Lam Darûberdî Wetenim” - Zêwer
Sirûda “Fexr e Bo Êmey Kurdistan” - Zêwer
Sirûda “Dil Le Derdî Weten” - Faîk Bêkes
Strana bo zarokan: “Ême Ke Mindal û Newcewanî…” - Zêwer
Cihê gotinê ye, van sirûd û stranên folklorîk, wê serdemê pêleke xurt rakirin bo bihêzkirina hesta neteweyî û kulturî ya gelê me
Çavkanî: Goranîbêje Nemirekan / Bakûrî

Ji bo Ke Dellên Emro kerem bikin guhdarî vî dengê zelal û berz bikin:




12.01.2020 03:03 ~12:20 | lehî baranyan

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» mella kerîm
» kerîm lawo çiqilmast

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî