5. mijara ku ez bixwe wekî tirşikvanên din nikarim henek û qerfên xwe pê bikim. ne tenê lêdana zarokan lê her cure lêdan û tundîyê jî napejirînim. divê dêûbav bibin bendergeh û stargeha zarokan ku zarok bikaribin bê tirs û bi wêrekî xwe îfade bikin da ku di siberojê da travmayên mezin neyên serê wan. bi lêdanê tenê tu dikarî mirovekî/ê vebigirî û bixî di bin bandora otorîteya xwe da. lê ev zeftkirin wê rojekî bi guherînekê mezin biteqe û ev kesayet wê nexweşîyeke derûnî bibuhurîne û îhtimaleke mezin ji bo hevjîn, xwûşkûbira û zarokên xwe tund û şidetê bike. û ev rewş wekî çerxekê hetahetayî wê bidome. |
|
13.01.2020 10:46 ~10:47 |
xelîl
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |