Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 87 peyam
şakiro gotinê emro

şakiro gotinê emro

1. Emrooo

Emro sibe ye ,qîz û bûkê gundê me meşyane avê

Delêêê…

Bejnzirava ,çepildirêja ,porkeja ,navqendîla xwe dane pêşyê

Kinan û miskînan û dê kotya xwe dane dawyê

Qemera min e bi nîşanî dixemilî ser xatirê dilê rezîl xwe dabû navê

Gelî gundî û cînarno gilî û gazinc û loma ji mi nekin

Mi sond xwarî tu cara di ser kewa xwe ya kubar ra li tu qîz û bûkê xelkê nakim merhebatyê tu silavê

Gidîno ,kubara mina nazik û nazenîn

Fenanî başokekê ji golî xêmo rabe

Etegê sînê bi sînegê ,pelê xwe diweşîne ji berfê ji qeravyê ji xwunavê

Ema dê ecemê lê…

Dîlberê ji bo xatirê navê Xwedê be , ezê ji bona te mirî me

Ax zalimê nizanim tu çawanî



Emrooo

Emro sibe ye vê sibeyê ezê çûme Heleba şewitî

Ciyê gewran û rindan dîkê şevê nîvê di şevê li mi xulxuland

De lêêêê

Welatê xerîb û dûri jê dideral bû

Ezê nexweşî bêhal ,nexweşî nava cî bûm

Bêqewl û bêlêzimo , bêkes û bêxwedî bûm

Serê mi li ser balgî û balîfê,çavê mi’l xewê bû

Guhê mi’l guhdaryê bû , mi serê xwe ji xewa şîrîn bilin kir

Mi dî cotepîrê melûmê kevza ber serê mi selî bû

Berxê, yekî kefenê mi dibirî,yekî meqes hildabû difesiland

Mirin emrê Xwedê ye ,ez dimirim

Mi dî kubara min xwe dabû ber pencerê

Bi qramê derema kilê siphanê dikira belekçava

Bê dîlberê xwezla mi bizanibya

Gavê dina tê ji kê re dineqişa wa dixemiland

Ema dê ecemê lê hê lê hê

Dîlberê ji bo xatirê navê Xwedê be

Ezê’j bona te mirî me ,ax zalimê nizanim hêê lo tu çawanî …



23.01.2020 21:33 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
tirşik forûm [1]
(bnr: kengî jan kete hestiyên ciwan haco)...
tirşik forûm [1]
gelek baş e , me xwest em şevê bi stranek xweş ve bigrin. (vbnr: M...
belki ev jî bala te bikişînin
» şakiro û strana elmecîd beg
» gotinên pêxwasan
» emro

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî