Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 73 peyam
reşo

reşo

13. Reşo 1959an de li gundeke koçgirîyê (sêwas) hatiye ser dinyayê. hunermendeke mezin bû, zana, fîlozof û stranbêjeke heq bû.
elewî û xwe nêzîkê ola zerdûştîyê dibîne, felsefeya hemû stranên wî de ola kurdan ya herî kevn zerdûştî heye, jixwe ew jî dibêje di muzîka min de beyîtên pêxember zerdûşt hene û muzîkeke sofîstîke ye.
pêxember zerdûşt jî dema ji çîyayên ebrûyê tê jêrê û peyamên xwe bi tembûr û beyîtan digihîne gel, reşo jî li ser vê rêya dimeşe. navên albûmên wî jî jixwe zerdûşt 1, zerdûşt 2, 3, 4 e.
reşo piştî darbeya salên 80yî dikeve girtigehê de û îşkenceyeke pirr xirab dibîne. jixwe ew jî dema behsa 1980-90î dike dibêje "ev deh salên min winda ne."
her wiha reşo ji ber ku ji sêwasê bû gelek gotinê stranan ji bo hevalê xwe (bnr: hasret gültekin) nivîsandine.
sala 1994an de çar albûmên bi navê zerdûşt 1-2-3-4 derdixîne.
sala 1999-2000an de li ser (bnr: roj tv) yê derdikeve ser sehnê, êdî ji wan çaxan û pê ve reşo zêdetir tê nasîn. êdî li ewropayê konser û festîvalan de derkive ser sehneyan.

îca piştî pêvajoya aşitîyê û qenala (bnr: trt 6)ê çawa çêdibe nizanim, ew dewleta ku bi 10 salan îşkence li reşo kirî, bûyî sedem ku ew ji welatê xwe derkeve 2011an de li ser trt 6ê angu trt kurdîyê bernameyeke bi navê (bnr: r-show) yanî reşo şov çêdike û bi salan dewam dike. piştî vê gavê ji xwe çi çavên gelek hezkiriyên xwe de çi qedr û qîmeta wî namîne. nasnameya bi salan avakirî bi destê xwe pûç dike.
bi rastî ez nizanim bi çi hişî reşo ev teklîfa trt6ê qebûl kir û dest pê wê bernameyê kir. çimku reşo dibêje: "min 15 salîya xwe de bi profesyonelî dest pê şoreşgerîyê kir."
bifikirin ji ciwanîya xwe dest pê şoreşgerîyê dike, temenê xwe yê cardin 15 salî di navbera 1974-1980ê li ser sehneyan stranên şoreşgerî dibêje, jixwe paşê wekî min li jorê gotî ji ber derbeya leşkerî dikeve girtîgehê de, deh salan bi îşkenceyê derbas dike.
35 salîya xwe de albûmên xwe derdixe, di nav gelek kesan de tê hezkirin lê mixabin 2011an de 52ê salîya xwe de derkive ser qenala dewletê. dikim nakim nakeve serê min de.

piştî vê bûyerê jixwe reşo êdî dikeve nakokîyekê de û ez bawer im ev nakokî rihê wî piştî demekê diêşîne û ew jî destê xwe ji muzîkê û kar û baran dikeşê û li elmanyayê jiyana xwe dijî.

min gelek jê hez dikir, kesên dibêjin reşo mohsen namjooyê kurdan e şaş in, ji ber ku reşo pişta xwe dispêrî pêxember zerdûşt, bi miqam û felsefeya wî li tembûrê dide û xwe dîn dike, diqîre, beytên zerdûşt digihîne guhdaran.

xwezî beşdarî qenala trt6ê nebûya û ew îmaj û nasnameya reşo her wisa di bîra min de bimaya, lê cardin ez ji ber ku gelek ji deng û felsefeya wî ya zerdûştî hez dikim nikarim dev ji guhdarîkirina wî berdim. xwezî rojekê sedama vê yekê eşkere bike, ka çima beşdar bû.

çend stranên wî yên ku jê hez dikim:

1- Reşo - Gelo ew kî ye?
2- Reşo - jazz
3- reşo - zerdûşt / prîm zerdûşt
4- reşo - hûrmûz
5- reşo - mistê
6- reşo - xanima osmanîya
7- reşo - lo dilo
8- reşo - aşk olmazsa
9- reşo - te ez kalkirim
10- reşo - serê malan darek lê
11- reşo - mamosta



28.01.2020 22:21 ~22:22 | lehî baranyan

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
renas kaya [1]
Navê wî çibû lo. Ridwan bû? Rahîme bû? (lînk: https://www...
keloş [1]
Spas ji bo pêşwaziyê cinorek ^.^ Rast e çawa ku hatim keti...
keloş [2]
Nivîskareke nû ye lê bawer im di jiyana xwe ya pêşîn da jî tirşikvan b...
belki ev jî bala te bikişînin
» reşo

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî