Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    3 mijar û 5 peyam
    koma wergera fîlman ya tirşikê

    koma wergera fîlman ya tirşikê

    1. koma ku wê her heftî fîlmekî bîyanî wergerîne kurdî. paşê wê ew fîlm ji alîyê herkesî ve were temaşekirin û li tirşikê were şîrovekirin.
    wergera fîlman wê her heftî ji alîyê endamek din ve were kirin. li gorî hejmara endamên komê, wê 2 an jî 3 mehan carekê dor were her endamî.
    fîlm wê piranî ji wergera wan ya tirkî, werin kirin. yanî ji bo wergerê ne şert e ku mirov îngîlîzî, fransî û hwd. bizane. lê tabî bizane û fîlmê rasterast ji zimanê orjînal wergerîne, çêtir e.

    vê gavê 7 endamên komê hene. heçî tirşikvanê ku dixwaze tevlî bibe, dikare li vir binivîse an jî bi min re bikeve têkilîyê. lê kesê ku dixwaze bibe werger, divê bikare zimanek standart bi kar bîne û li gorî rêzimanê wergerîne. loma ji kerema xwe re, yên ku ji xwe bawer in, bila bibin endam.

    her heftî fîlma wergerandî wê li vir were îlankirin. em ê binnivîsa wê li beşa fîlman ya tirşikê bar bikin û ji bo daxistina fîlmê jî lînkek parve bikin. (lînka torrentê)

    ji bo wergerandinê, wê her endam ji xwe re fîlmek hilbijêre. lê em ê hewl bidin ku fîlmek ku endamên komê temaşe nekirine, be. piştî endamên komê temam bûn û herkesî fîlma xwe dîyar kir, heye ku em lîsteyê ji niha ve li vir parve bikin da ku di vê navberê de kes li wan fîlman temaşe nekin bi tirkî.

    niha di beşa fîlman ya tirşikê de 55 fîlmên wergerandî hene. ku kom mezin bibe û domdar be, em dikarin vê arşîvê gelek mezintir bikin.

    ser xêrê be!



    02.02.2020 09:38 | simurg56

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    destkol
    dengdanên dawîn (yên din..)
    beytocan [2]
    Beytulahê Farqînî ye. Paşê navê wî guherî ye bûye beytocan. Ji ber ku ...
    beytocan [1]
    ne azer bülbülê kurdan e.
    dema nav tê gotin, pêşîn hevo...
    xetên sor ên tirşikvanan [2]
    Yan bi kurdî biaxive yanjî mebêje ez kurdim....
    hak-par [1]
    partiya herî kurdewarê lê niha her dengê ku jê re bê dayîn dê ji bo ak...
    şeyh bedrettin [1]
    Zana û mûtasawif e. Wek Simavnalı Şeyh bedrettin tê nasîn. Hember zord...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » koma weten
    » wergera bi peretî ya peyvên îngîlîzî
    » tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

    Kategoriyên mijarê::
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî