1. xuya ye yekem kitêba matematîkê ya bi kurdî ye. ji aliyê yekîtiya komarên sovyet ên sosyalîst ve bo mektebê orte bona dersxanê 5 û 6a hatiye amadekirin. ne bi kirilî ye, latînî ye, lê ji ya îro cihêtir e. Malpera Zimannas vê kitêba 84-salî dixe xizmeta xwandevanên kurdî. Ev kitêbeke arîtmetîkê ye ku beşeke matematîkê ye. Kitêb bi kurmancî ye û 200-rûpelî ye. Ew sala 1936 ji aliyê çapxaneya hikûmeta Ermenistanê ve wek kitêba dersê bo xwandingeha navîn hatiye amadekirin. Diyar e ku kitêb ji rûsî hatiye wergerandin. Di nav amadekarên kitêbê de Casimê Celîl jî hebûye. Di kitêbê de li cihê peyva ”arîtmetîk” peyv wek ”arîfmêtîka” anku ne bi T lê bi F hatiye bikaranîn. Ev ji ber hindê ye ku peyv di rûsî de арифметика (arîfmêtîka) ye anku bi F ye. Kitêb bi alfabeya latînî ya wê demê li Ermenistanê hatiye nivîsîn. Xwandina kitêbê hêsan e eger xwandevan hay jê hebe ku hinek herfên wê alfabeyê (bi taybetî vokal) ji alfabeya niha cuda bûn: not: min şaş nivîsiye. divê bibaya: kitêba arîfmetîkaê. |
|
22.02.2020 17:36 ~17:44 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
![]() |
şeyh bedrettin [1] |
![]() |
dengê ajalan [5] |
![]() |
kurdgpt [1] |
![]() |
kesrewan [2] |
![]() |
bismil [2] |