Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


30 mijar û 48 peyam
islamda savaş bitmiştir

islamda savaş bitmiştir

1. ez bawer im 7emîn pirtûka mücahit bilici ye. bi berhevkirina nivîsên wî yên li deverên cûrbecûr, pêk hatîye. loma mijar ne yek e: ji kuştina tahîr elçî bigirin heta mesela kurdî, ji dîn û sîyasetê bigirin heta dîrokê, mesela ermenan, bajaran û hwd.
yekemîn pirtûka wî ye ku min xwend. ji ber ku li ser saîdî nursî gelek xebitîye û ez bawer im hê jî di bin bandora wî an jî li ser rêça wî ye, zimanê wî gelek peyvên erebî dihewîne. lê ewqas ku mirov fêhm neke. di hinek cihan de têgehên îngîlîzî jî bi kar tîne û tenê di hevokekî de jî peyvek kurdî bi kar tîne.
her wiha hinek peyvên tirkî jî li gorî xwe tewandîye û peyvên nû ji wan çêkiriye. ev yek wek şêweya wî dixuye.

ne tenê zimanê pirtûkê her wiha fikrên wî jî ne hêsan in ku werin fêhmkirin ji ber ku kûr in û felsefîk in.

ger em werin nivîsa ku navê xwe daye pirtûkê jî: li gorî fikra nivîskar, nabe ku di şer de li kêleka dijminan, kesên (zarok, jin an jî mêr) bêguneh werin kuştin. li gorî îslamê mirov nikare ji xwe re hêcetên kuştina wan peyda bike. û ji ber ku êdî şerên li enîyan xelas bûye û şer êdî bi tank û balafiran, bi bombekirina qadên jîyana sîvîlan pêk tê, ne mimkun e ku kesên ku ji xwe re dibêjin misilman, şerek îslamî bisepînin. wê bivê nevê bikevin gunehê bêgunehan û hwd.

di mijara kurdan de jî nêrînên xwe bêyî tirs anîye ziman.



23.02.2020 22:34 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
belki ev jî bala te bikişînin
» islamda savaş bitmiştir

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî