Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
jehrîbûna karbonmonoksîtê

jehrîbûna karbonmonoksîtê

1. karbonmonoksît gaz e. bi şewata tiştan derdikeve holê. (benzîn, gaza tûpê, komir, dar û hwd)

mixabin mehên zivistanê de ji ber bêhewa mayîna odeyan û xetimîna lûleyên sobeyan dibe sedema mirina feqîran.

ji xeynî vê yekê ku mirov erebeyê li ciheke girtî bişixulîne jî dikare ji ber karbonmonoksîtê bimire. ji ber ku ji egzozên erebeyan jî dîsa ev gaz derdikeve.

dîsa li derên girtî şixulandina şofben, kombî û hwd. jî dibe sedem.



ev û karbondîoksît ji hev cuda ne. karbondîoksîtê de du karbon hene lê karbonmonoksîtê de tenê karbonek heye.

formula wê ya kîmyewî co ye. yanî ji karbon û oksijenek pêk tê. giraniya molekulê 28.1 e.

bêreng e, bêbêhn e, aciz nake û bêtam e. ji piş/cegera mirov bi hêsanî tê mijîn û standin. ji vir tevlî xwînê dibe. di nav hewaya rojanede jî bi rêjeya %0,001 heye. afînîteya wê ya ji bo hemoglobînê (daxwaza pê re girêdanê) ji oksîjenê 200-250 qet zêde ye. weke tê zanîn hemoglobûn ew yekîneya xwînê ye ku oksîjen bi saya wê tê veguheztin. ku rêjeya karbonmonoksîtê bigihe rêjeyek weke %1 jî, ev yek dikare di nava 10 deqeyan de bibe sedema mirinê.

ji ber ku karbonmonoksît ji hemoglobînê, ji oksîjenê 200-250 qet zêdetir hez dike, dema karbonmonoksît li holê hebe diçe hemoglobînê girê dide û nahêle oksîjen girê bide. girêdana navbera karbonmonoksît û hemoglobînê de girêdanek qewî ye. (girêdana kovalent) her wiha karbonmonoksît weke hemoglobînê myoglobînê jî girê dide ku ev jî di dilê mirov de dibe sedema kêmasiya oksîjenê. welhasil ji ber ku karbonmonoksîtê hemoglobînê sabote dike, êdî tu organên mirov nikare oksîjena pêwist bistîne û ev yek jî dibe sedema mirinê. karbonmonoksîtê her wiha di hûcreyan de li organela mîtokondriyê de jî enzîmên sîtokrom girê dide ev yek jî rê li ber hilberîna atp'ê digire û dîsa oksîjen nikare were karanîn û enerjî nikare were hilberandin.



kesên ku bi karbonmonoksîtê jehrî bûne de, serêş, gêjbûn, bêhalî, dil qeqilîn û verişîn, xerabiyê bîrê, zehmetiya nefesê, dîtinê de xerabûn, eşa sing, êşa zik û li masûlkeyan kramp peyda dibe.



dema nîvîbûnê ya karbonmonoksîtê di hewaya rojane ya odeyê de 5 saet, di bin oksîjena %100 de 1.5 e. ku tedawiya oksîjena hîperbarîk (yanî bi pestoya bilind) were kirin, ev dem dikeve 20 deqeyan.



tedawiya vê jehrîbûnê de piştî ku nexweş hat stabîlîzekirin bi maskeyê %100 oksîjen tê dayîn paşê tedawiya oksîjena hîperbarîk tê dayîn. lê mixabin ev tedawî li hemû navendan tune. armanca vê tedawiyê ew ku di bin pestoya bilind ya oksîjenê de karbonmonoksît ji dev ji hemoglobînê berde ku oksîjen xwe lê girê bide. ji ber ku karbonmonoksît ji oksîjenê zêdetir hez ji hemoglobînê dike, encax bin pestoya bilind de oksîjen dikare bi karbonmonoksîtê re, di mijara girêdana hemoglobînê de bikeve pêşbaziyê.



06.10.2013 19:16 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» jehrîbûna karbonmonoksîtê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî