Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
abbas ahmed

abbas ahmed

24. hunermendê çerxa felekê lê çep gerîyaye. bi enstrumentala nav muzîka wî de bi fikra min gihaye astek gerdûnî. yanî bi vê qabîlîyeta xwe dikarî bi rehetî bibûya hunermendek navûdeng ê elmanî an fransî. helbet dengê wî li gor taybetmendîyên kurdî terbiye bûye belkî wek kurdek nekare deng û derdê xwe li zimanek dî birikibîne. tenê ez qala potansîyela wî ya gerdûnî dikim. belam di muzîkê de ji vegotinê zêdetir ya muhîm newa, enstrumental e. dengê wî û naveroka stranên WÎ pir xweş, heyatî û li hev hatî ne.

muzîka abbas ahmed ji bo gelê kurd cihê şanazî ye. şanazî ew tişt e ku netewek nîşanî netewên dî dike. çiqas huner û serkeftin karên takekesî bin jî, di realîtê de têgihek bi navê rûmeta netewî heye em bixwazin nexwazin em tûşî van gotûbêjan tên. ha li vê derê divê te gotin hebe ku pozê te bilind çengên te li ba bike. kesên wek abbas ahmed, ciwan haco digihin hawara me. dema mirovek ji netewek dî nas dikim ji du-sê hunermendan yek jî abbas ahmed e ku stranên wî bi kesê biyanî re parve dikim. bi abbas ahmed kurd dikarin bi serbilindî bêjin em ji hunerê fehm dikin.

muzîka ahmed abbas bo min keyf û hez e. heger stranek nav salan de heç cara tê guhdar kir te hestiyar bike, tesîr li te bike, her carê tu bikarî wateyên kûr jê derbixî, ew stran bûye klasîk. ferqa populîzmê û hunerê ev e, yek tê mezaxtin ya dî bi salan tê guhdar kirin. di wêjeyê de jî ev wisan e.

lê tevî ku serkeftî ye çima abbas ahmed qîmetê heq dike nedîtye û zêde nayê zanîn? derbarê jiyana wî de ez ne xweyî m'elûmat im lê qasî min dîtî û fehm kirî du sebebên bingehîn hene: yek, abbas ahmed stranên polîtîk û partîzanî nestraye, duyem jî derfetên wî yên aborî nîne. li kurdistanê ku ji bo rizgarîya netewî her ked û nirx mîna alavek siyasî tê bikaranîn pir zehmet e hunermend hunera xwe tenê ji bo hunerê îcra bikin. polîtîkbûn wek şehdeya kurdewarî tê dîtin. ez jî dibêjim divê kurd polîtîk bin qet nebe xizmeta dijminên xwe nekin. lê huner mijarek dî ye, gewre ye, bi serê xwe cîhanek e. nabe tenê di nav sînorên siyasî de bêt çêkirin û nirxandin. li hunermendên herî zêde tên nasîn binêrin, ne tenê stranên siyasî gotine wextek rasterast piştgirîya partîyek kirne û bi rêya medya ya wan navê wan pitir hatye bihîstin. lê abbas ahmed ev yek tercîh nekirye û kesên medya kurdî rêvedibin jî karê wî cidî nedîtine. ev problemek mezin e ku divê kurd xwe jê xelas bikin. nabe her xebat û qabîlîyet bibe qurbanî siyasetê. ev hunerê kurpe dike, ji serbestîya estetîkê bêpar dihêle. axir, ev mijarek dirêj e. bi kurtasî heger abbas ahmed jî serî de du stranên sloganîk çêkirvan dê zêdetir derketvan ser sehne w televîzyonan. dê herkes wî naskirvan.

sebebê duyem jî kifş e rewşa aborî ya hunermend rê nade budçeyek bo danasîna xwe û albûman terxan bike, da bikare konsertan li darbixe, derkeve tûrneya welat. helbet ew jî dixwaze lê derfet nîne. belkî pere nebe li studyoyan bi muzîkjenên hêja re bixebite jî. heyf... lê hêvî dikim zêde xwe pê neêşîne ku nayê zanîn. bila xema xwe bi muzîkê birevîne.

"xezalê xezalê
kulên xelkê yek in
ê min û te b hezarê"



03.03.2020 02:29 | hespêsor

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» abbas ahmed
» ahmed arîf

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî