46. xetereyek gelek gelek mezin e. îdîayek virt û vala ye. erê her roj ji ber pehînên hêstiran jî bi sedan kes dimirin lê mesele ne ew e. 1- ev vîrûs gelek lez belav dibe. 2- eger em ji bo nexweşekî, hemû derfetên nexwşxaneyê bi kar bînin jî, îhtîmala mirina nexweş %3 fîlan e. 3- dema vîrûs li milyonan belav bû, wê sîstema nexwexaneyan hilweşe û wê rêjeya mirinê belkî bibe %10 an jî 20. li ser rûyê dinyayê tu dewletek tune ku di senaryoyekî wisa de bikare xizmeta tendûrîstiyê bide hemû welatîyên xwe . wê demê dibe ku 100 mîlyon mirov jî bimirin. li navçeya ku ez lê me, nifûs 250.000 e lê li nexweşxaneyê tenê 10 cîhazên bo piştgirîya nefesê hene. eger di heftîyekê de 1000 nexweşên bi zature werin, wê %99ê wan nekarin bikevin van cîhazan û vêca ew û şensê xwe. ev li alîyekê. ji aliyê din ve: dema ev cîhaz tije bûn (ku dikarin dikarin di nava nîv saetan de tije bibin), dema we qezayek kir, hûn ê nekarin emelîyat bibin ji ber ku wê anestezî nekare we razîne. wê nexweşên kanserê û nexweşên din yên giran, wê hemû vêxwedî bimînin. wê bi hezaran kes jî wisa bimirin. welhasil, esas xwedîyê vê îdîayê divê hişê xwe bide serê xwe. |
|
17.03.2020 20:55 |
simurg56
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |