Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    15 mijar û 18 peyam
    kirîptolojî

    kirîptolojî

    1. Zanista ku li ser rave kirina kodan û şîfre kirina peyam ango nameyan dixebite ye.ji berê de mirov ji bo agahî an jî zanyariyên xwe yên girîng, pêdiviya veşartinê dîtine. Û ji bo vê yekê jî şêweyên cûr bi cûr bikar anîne.
    Yek ji van rêbazên şîfre kirinê jî şîfre kirina sezar e. Serokê dewleta romayê jul sezar bo şîfrekirina fermanên xwe her tîpeke di nivîsa xwe de ji dêlava ya rastîn tîpê 3 caran li ser alfabeyê dişemitand û wê tîpê dinivîsand. Dema kesekî li nivîsê dinehêrt tu tiştî fêm nedikir, lê kesê peyamgir her tîpê 3 neqla paşde dida û nivîsa rasteqîn derdiket holê. Sezar bi vî awayî fermanên xwe bi ewlehî digihande leşkerên xwe.
    Piştî sezar spartayiyan jî rêbazek din bo şîfrekirinê pêşxistin. Şervanên sparta kaxizeke zirav û dirêj li ser dareke girover dipêçan û peyama xwe bi wî awayî dinivîsandin, paşî kaxizê ji dar vedikirin û peyam xera dibû û nedihat xwendin, kesê peyamgir dema kaxizê digirt dîsa li ser darekî heman stûriyê de dipêça û nivîs derdiket holê. Bi saya vê şîfrekirinê peyamên xwe ji neyaran vedişartin.
    Niha ev zanistî gelekî pêş ketiye û êdî li ser kombersan zanyarî tên şîfre kirin.



    2020.03.21-22:11 | tîrêj zana 21

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    navê der û berên amedê [1]
    (bnr: li amedê cihên gerê) li jêr mijara jor behs li çend ji van ci...
    kur [2]
    di farisî de ji bo cehnîkên hespan û dehşikên keran, kurre (کـ...
    başlê kirin [1]
    Peyva ku ez xeylek caran esseltene bikar tinim. Weke ji peyama jor j...
    başlê kirin [3]
    Peyveke tirkmancî ye. Ji tirkî derbasî dimilkî û kurmancî bûye...
    dêra saint george [2]
    Dêra Saint George li keleha hundirîn(içkale) ya Amedê ye. Li bakurê ro...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » kirîptolojî

    Kategoriyên mijarê::
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî