Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    26 mijar û 36 peyam
    kurudo no hoshi

    kurudo no hoshi

    1. Kurudo no Hoshi (クルドの星 ),Stêra Kurdan .
    Yoshikazu Yasuhiko mangayek çêkir, bi navê "Kurudo no Hoshi" ango Stêra Kurdan. A rastî Ii Japonyayê wê demê hebûna Kurdan baş nedihat zanîn, ji ber vê yekê manga baş nehat firotin. Lê, mirovên japonî bi nivîsîna vê mangayê bi hebûna kurdan hesiyan.

    Xortê bi navê Jiro Manabe ku bavê wî profesorekî Japonî û diya wî keça serokeşîreke kurd e, ji bo naskirina kalikên xwe û dîtina dê û bavê yên windabûyî,dikeve dû şopa wan.

    Mijara Mangayê Stêra Kurdan: Xortê bi navê Jiro Manabe ku bavê wî profesorekî japonî û diya wî keça serokeşîreke kurd e, ji bo naskirina kalikên xwe û dîtina dê û bavê windabûyî dikeve dû şopa wan.Li Stenbolê ew şervanê kurd Demiler destê hesin nas dike. Demiler gelekî hez ji wî dike û li nav eşîra xwe wî wekî peyreê xwe destnîşan dike. Jiro di destpêkê de naxwaze peyrewiye bipejirîne, lê paşê di qonaxa jiyana rojane de ku digel Demiler derbas dike, hêdî hêdî dibe xwediyê nasnava kurdî û teklîfa Demiler dipejirîne. Her wiha ew dibe şervanekî kurd û dikeve nava şerê li hemberî tirkan jî.
    Çîrok bi gav bi gav dikeve dirûvêçîrokeke evînî û macerayê. Dilê Jiro dikeve keçeke kurd a bi navê Urma, mezin dibe û dest bi meşeke leşkerî ya dirêj dike; ji Stenbolê ta Hewlerê ji wir jî heta Agiriyê Mezin tên, ji wir jî diçin heta bazîdê. Ew li Bazîdê rastî bavê xwe tê, lê bavê wî bîrkor bûye. Jiro û bavê wî diçin çiyayê Agirî ku li diya wî bigerin. Di vê demê de hêzên rûsî û hêzên tirk di şer de ne. Diya wî jî laboratuareke azmûnên li ser laşên mirovan a rûsan (a li baregehekî nehênî) ye. Di şer de ew bavê xwe jî winda dike û biryar dide ku bibe şervanekî kurd î rastîn.

    Karakter:
    Jiro Manabe
    Lila (リラ)
    "Demiler" (デミレル Destê Hesîn) - Serokê Stêra Kurdan.Nave wî rast:Kasım
    Lûk (ルーク)
    Urma (ウルマ)
    Irmak (ウルマク)
    Miyata (ミヤタ)- rojnamevana Japon
    Doktor Manabe (ドクター・マナベ) - bavê Jiro
    Sali (サリ)- diya Jiro



    2020.03.29-22:12 ~2020.04.11 16:47]| helik orimiyo

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    akre [1]
    Bajarokek girêdayî duhokê ye. Ji duhokê re aliyê rojhilatê 175...
    çîrokên 6 peyvî [1]
    egzersîzekê xweş e. * ji tariya çavên wî stêrk dibariyan. * xewnê...
    gerînendeyê quzxwaz [1]
    Navê qenaleke youtubeyê ye. Camêr li ser quz helbestek jî nivî...
    tiştên ku dema amed tê gotin tê bîra mirov [5]
    keçên spehî lê dîksiyon xirab, esnafên virrek û dexel, tirkmancî, diz ...
    petîx vs şebeş [1]
    - Tenê bêhna petêx dikare zikê mirov têr dike. - Tehma şebeşa cemidî...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » kurudo no hoshi

    Kategoriyên mijarê::
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî